Tevgera Rizgariya Jinan banga hesabxwestinê ji sûcdarên qetilkirina jinan kirin

Tevgera Rizgariya Jinan qetilkirina jina bi navê X.C bi navê "şerefê" li bajarê Qamişlo şermezar kir û bang kir ku divê hesab ji sûcdarên qetilkirina bê pirsîn.

Tevgera Rizgariya Jinan girêdayî qetilkirina ciwana bi navê X.C. (27) ji hêla hevserê wê ve di 14`ê Cotmehê de bi navê "şerefê" daxuyanî da.

Endamên sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber avahiya Kongreya Star a taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo kom bûn.  Jinan wêneyên jina ku ji hêla hevserê xwe ve hatiye qetilkirin û sloganên `Jin jiyan e jiyanê nekujin` hildan. Berdevka Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê Muna Ebdulselam daxuyanî xwend.

Muna Ebdulselam got: " Têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe didome û destkeftiyên rastîn di şoreşê de bi dest dixin lê em dibînin ku cureyên tundiya li ser jinê berdewam in di nav de kuştin. Jin ji ber ku jin e ji mafê xwe ya xwezayî bê par têne hiştin. Em vê sûcê wek binpêkirina mafê mirovahiyê, ewlehî û aramiya tevahiya endamên civakî re bi taybet jinê dihesbinîn. Me her car teqez kiriye ku em van sûcan bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku qetilkirin mafê jiyanê yê mêr û jinê binpê dike.

Îro em dibînin ku jinek din ji mafê xwe yê rewa di jiyanê de mehrûm dibe. Tenê ji ber ku zihniyeta mêrê desthilatdar hîna di hişê hinek mêran di civaka me de zindî ye. Ev zihniyet jinê wek tiştek zaîf û girêdayî xwe dibîne. Kengî dixwaze dihêle û kengî dixwaze dikuje. Ew dihesbîne ku jin ji bo wî hatiye vedîtin û şerê hêviyên jinê di azadî û mafan de dike. Her wiha her pêşketineke wê diçewsîne ji ber ku zihniyeta mêrdestî hebûna jinê wek kesayet û hêz li rex xwe qebûl nake, dibîne ku bi tunebûna rol, hebûn û nasnameya wê bi hêz dibe.

Têkoşîna li dijî diyardeya tundiyê û tevahiya cureyên wê dikeve ser milê hemûyan. Ji bo ku şermezar bikin û dengê xwe li hember her reftariyek tund li dijî jinê bilind bikin.

Wek tevgera jinan em sûcên qetilkirina jinan di bin çi navî dibe bila bibe bi tundî şermezar dikin û banga cezakirina sûcdaran dikin. Em soz didin her jinekê ku li ser wê tundiyê tê kirin em ê wan biparêzin û rê li pêşiya dubarkirina mîna van sûcan bigirin. Her wiha hewl bidin civakek demokratîk li ser bingeha hevjiyana azad di navbera mêr û jinê de bi şêwazekê mafên hemûyan dibarpêze ava bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din