Tevgera Xwendekarên Demokrat dest bi pêngava parastina ji vîrusa Koronayê kir

Di çarçoveya bergiyên xweparastina ji vîrusê de, Tevgera Xwendekarên Demokrat li bajarê Hesekê belavokên têkildarî awayên parastina ji vîrusa Koronayê belav kirin.

Îro li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hemle hate destpêkirin.

Belavokên têkildarî awayên xweparastina ji vîrusa Koronayê hatin belavkirin.

Endama Tevgera Xwendekarên Demokrat Lorîn Şêx Nûr anî ziman ku wan wek Tevgera Xwendekarên Demokrat ên bajarê Hesekê, îro dest bi pêngava parastina ji vîrusê kiriye û dê li piraniya welatên cîhanê heman pêngav dest pê bikin, li gel vê yekê dê semînerên hişyarkirinê li bajêr werin dayîn. Lorîn got pêngav dê heta demeke nediyar berdewam e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din