Tevgera Xwendekarên Minbicê ji bo alîkariya xwendekaran kurs vekirin

Tevgera Xwendekarên Minbicê û Gundewarên Wê deriyê qeydkirinê yên kursên hemû beşan li pêşiya xwendekarên asta navîn û amadehiyê vekir. Her wiha kursên kompîtur, tenduristî û muzîkê bi buhayên pir kêm vekirin.

SELWA ABDULREHMAN – ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Tevgera Xwendekarên Minbic û Gundewarên Wê bi armanca destekdayîna xwendekarên ku di nava çend salên berê de ji ber rewşa Sûriyê û bi taybet rewşa Minbicê ji xwendina xwe qut bûn û bi armanca ku xwendekar li xwendina xwe vegerin, da ku zehmetiyên madî li ser wan kêm bikin, kursên taybet ji hemû beşên perwerdeyê ji bo xwendekarên asta navîn û amadehiyê bi şaxên wê yên zanistî û wêjeyî vekirin.

Tevgerê ragihand ku deriyê qeydkirinê yê kursên ku vekirine li pêşiya hemû xwendekarên asta navîn û amadehiyê vekirî ne.

Her wiha tevgerê kursên komputerê ku mamosteyên pispor tê de xwendekaran fêr dikin, vekirin û dê di dawiya perwerdeyê de bawernameyên kompîturê bidin wan. Di kursa tenduristiyê de dewreyên tenduristiya giştî didin wan û kursa muzîkê jî gelek amûrên muzîkê amade kirine ku ciwan bikarin xwe fêrî muzîkê bikin.

Der barê mijarê de endamê rêveberiya Tevgera Xwendekarên Minbicê Îbrahîm El-Mistefa ji ajansa me re axivî û wiha got: "Gelek xwendekaran berê xwe da kursan û ev yek gaveke nû li bajêr e.”

El-Mistefa diyar kir ku nirxê kursan munasib e, ji ber ku armanc destekdayîna xwendekaran e. Kurs ji bo buhayê hemû madeyên merheleya amadehiyê ya zanistî bi 90 hezar lîreyên Sûriyê ye û ya wêjeyî bi 70 hezar lîreyan e.

Îbrahîm El-Mistefa diyar kir ku wan 4 hol amade kirine û her holek 24 kursiyan radike.

ANHA


Mijarên Din