Tevgerên jinan li Hesekê xwepêşandanek li dar xist

Îro bi slogana “Jin jiyan e, jiyanê nekujin” rêxistinên jinan ên li Hesekê xwepêşandanek li dijî sûcdariyên der heqê jinan de li dar xist.

Xwepêşandan bi beşdariya bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên civaka sivîl û rêxistinan, her wiha saziyên jinan hate lidarxistin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên bi zimanên erebî, kurdî, îngilîzî û suryanî hilgirtin.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Sînalko dest pê kir û ber bi kolana sereke ya taxa Til Hecer ve çû. Xwepêşandêran sloganên “Na ji kuştina jinan re”, “Kuştina jinan rawestînin”, “Na ji zordariya li ser jinan re” û “Êrîşên der heqê jinan de rawestînin” berz kirin. Paşê xwepêşandan ber bi bendava Taxa Miftî ve meşiya.

Xwepêşandêran deqeyekê rêz girt, paşê daxuyaniya rêxistinên jinan hat xwendin. Daxuyaniya bi zimanê suryanî ji aliyê yek ji endamên Yekitiya Jinên Suryanî Sovya Yusif ve, bi zimanê erebî ji aliyê endama Desteya Niştîmanî ya Erebî Intîsar Şihadê El-Hemada ve û bi zimanê kurdî ji aliyê endama Rêxistina Sara ya Na ji Tundiya li ser Jinan re Muna Abdulselam ve hatin xwendin û li navçeya Zerganê daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên navenda perwerdeyê li navçeyê Şêrîn Ebdo ve û bi zimanê erebî ji aliyê yek ji rêvberên desteya jin a kantona Qamişlo Rûken Ehmed ve hat xwendin .

Her wiha li navçeya Zergan jî xwepşandanek hat lidarxistin. Xwepşandan ji ber meclisa navçeyê dest pê kir û ber bi mizgefa mezin a li navenda bajêr ve çû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji beriya hezar salan ve jin her tim dibin qurbaniyên zîhniyeta desthilatdar ku li ser civakê hatiye ferzkirin, bi hincetên şeref, namûs û kevneşopan kuştina jinan rewa kirin û hemû mafên wê û azadiyên wê jê hatin standin.

Her wiha hat destnîşankirin ku jin bi îrade û israr li ber xwe didin, şoreşa Rojava bi serkêşiya jinan efsaneyên lehengî û berxwedanê nivîsandin, tişta ku bi zorê ji jinan hatiye standin îro bi berxwedan û têkoşînê vedigerîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin rastî kiryarên qirêjî û bûyerên biêş ji aliyê zilamên desthilatdar ve tên, ev sûcên ku têne kirin tundiya herî dijwar e û divê ji aliyê hemû civakê ve werin şermezarkirin.

Rêxistin û tevgerên jinan di daxuyaniya xwe de got armanca wan ew e ku jin mafên xwe bi dest bixin û got ew zîhniyta klasîk ku hêza xwe di kuştina jinan û şikandina îradeya wê de dibînin, şermezar dikin. Ji bo sînor ji bûyerên bi vî awayî re were dayîn, qanûna taybet a jinan sala 2014`an derket û ew qanûn kuştina jinan bi hinceta şerf û namûsê wekî her sûcekî dibîne û divê hesab ji kesê ku vê yekê bike, were xwestin.

Tevger û rêxistinên jinan di dawiya daxuyaniyê de soz da ku ew ê sînor ji kuştina jinan re deynin, dengê jinên azad bilind bikin û bi civakeke azad, demokratîk û wekhev ve biçin û bang li hemû beşên civakê kir ku li dijî zîhniyeta desthilatdar bisekinin.

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina têkoşîna jinan hatin berzkirin.

(ekîb) 

ANHA


Mijarên Din