Tevlîbûna nava YPG û YPJ'ê zêde dibe

Akademiya Şehîd Jînda ya Leşkerî dewreyeke perwerdeyê ya şervanên nû yên YPG û YPJ'ê bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Jînda ya Leşkerî ya girêdayî YPG û YPJ’ê dewreyeke perwerdeyê ji şervanên nû yên ku biryara tevlîbûna YPG û YPJ’ê dane re bi dawî kir.

Şervanên ku biryara tevlîbûna YPG û YPJ`ê dane û 4 meh in di dewereya bi navê Şehîd Zinarîn de perweredeyê dibînin, duh perwerdeya xwe bi dawî kirin.

Şervanan di dewreyê de waneyên fikirî yên li ser rêbazên şerê taybet, rastiya jinê, dîroka Kurdistanê, perwerdeyên leşkerî û çawaniya bikaranîna çekên cur bi cur dîtin.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, şervanên YPG û YPJ’ê, gelek şênî û endamên ji saziyên civaka sivîl amade bûn.

Merasîm bi turaneke leşkerî dest pê kir û piştre fermandarên YPG û YPJ’ê axivîn û qedandina dewreyê li şervanan pîroz kir û destnîşan kir ku divê erka xwe ya parastina herêmê bi cih bînin û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.

Piştre şervanan sond xwarin.

Di dawiya merasîmê de li ber stranên şoreşgerî  govend hatin gerandin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din