‘Tevlihevî li Lîbyayê bi destwerdana Tirkiyê zêde dibin’

Raporeke di rojnameya El-Ereb Weekly ya heftane ya Brîtanyayê de, îşaret bi destwerdana Tirkiyê ya di aloziya Lîbyayê de kir û destnîşan kir ku li Libyayê tevlihevî û nakokî bi destwerdana Tirkiyê zêdetir dibe.

Rojnameya El-Ereb Weekly li ser zêdekirina destwerdana Tirkiyê di rewşa Lîbyayê de û piştevaniya wê ya komên ku li ser Îxwan El-Mislimîn tên hesibandin, axivî. Ew jî rojnameyê wek hêzên herêmî yên dîtir ku hevalbendiyên xwe yên li Lîbyayê bernadin, şîrove kir. Her wiha Misr bi piştevaniya xwe ya ji hêzên Muşîr Xelîfe Hefter re hewl dide Îxwan ên ku li ser El-Qaîdeyê tê hesibandin û DAIŞ li Lîbyayê serweriyên xwe nekin.

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter serweriya parçeyekî mezin a li başûr û rojhilatê welêt dike û li rexê jî di Nîsanê de êrîşek pêk anî ku gef ji bo serweriya li ser paytexta Lîbyayê ya di bin serweriya Fayêz El-Serac de ku li ser Îxwanan tê hesibandin a bi piştevaniya Erdogan, xwar.

Li gorî rojnameyê, Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê, Tirkiyê bi piştevaniya komên çete yên tundraw ên li Lîbyayê şer dikin, tawanbar kir.

Rojnameyê tekez kir destwerdana Tirkiyê ya bi gumana piştevaniya hikumeta El-Wîfaq El-Wetenî bi dayîna çek û cebilxaneyan a ji hikumeta El-Wîfaq re li rexê jî firokeyên bêpîlot zêde bûn. Di vê derbarê de civaka navdewletî dibîne ku qedexeya navdewletî der barê şandina çekan de tê binpêkirin.

Rojnameyê bal kişand ser ku ji dêvla piştevaniya Îxwanan li Lîbyayê, ji bo Tirkiyê berjewendiyên aborî yên mezin di Lîbyayê de hene.

Di berdewamê de rojnameyê diyar kir ku bilindbûna asta leşkerî li gel piştevaniya Tirkiyê ji hikumeta El-Wîfaq re dê bibe rastiyeke sereke.

Roja şemiyê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tekeziya piştevaniya Enqereyê ya "Partiya El-Weteniyê" ya li Terablusê di hevdîtina ku bi hevalbendê xwe yê îxwanî Fayêz El-Serac li Stenbolê li dar xistiye de, kir.

(fr)


Mijarên Din