Tevlihevî û nakokiyên amadekirina destûra nû ya Sûriyê

Nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen di 28`ê Tebaxê de regihand ku wî hema bêje prosesa avakirina komîteya nîqaşkirina destûra Sûriyê li gorî biryara navdewletî bi dawî kiriye.

Gelek axaftin ji hêla berpirsên navneteweyî û dewletên mîsogerkar ên Astanayê; Rûsya, Tirkiyê û Îranê ve di hefteya borî de ku hindik maye komîteya destûrî ava bibe, hatin gotin. Ev axaftin di demdekê de ku asta şer di navbera komên çete û rêjîma Sûriyê de li bakur rojavayê Sûriyê bilind dibe, hatin. Di hewldaneke dawîn de ku careke din Idlibê kontrol bikin, bi taybet piştî kontrolkirina tevahiya bakurê gundewarên Hemayê û dorpêçkirina nuqteya Tirkiyê li Morkê.

Tevî ragihandina Pedersen û dewletên mîsogerkar (garantor) nêzîkbûna bidawîbûna nivîsandina destûra Sûriyê ya nû lê heta niha tu vexwendnameyeke fermî ji bo tevlêbûna komîteya destûrî ji nûnerên Rêveberiya Xweser û Meclida Sûriye Demokratîk ne hatiye şandin. Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) derdora ji sedî 30 ji rûbera Sûriyê bi serjimara 5 milyon kesan bi rêve dibe.

Xalid Ehmed lêkolînerê nakokiyên civakî di axaftina xwe de ji ajansa me re texmîn dike ku rejîma Sûriyê û piştgirên wê di nîşaneyekê de ji Îranê re çareseriyên siyasî li Sûriyê naxwazin û dixwazin çareserî leşkerî be. Ehmed diyar kir ku Rûsya, Îran û eejîma Sûriyê dixwazin demê bi kar bînin da ku bigihîjin armanca xwe û aloziyê bi awayekî leşkerî çareser bikin.

Ehmed wiha domand: "Ne ji berjewendiya MSD’ê ye ku tev li komîteya destûrî yan jî her karek siyasî ku ji hêla Rûsya û Îranê ve tê plankirin, bibe. Astana bû sedema ku rejîma Sûriyê li ser hesabê komên opozîsyonê herêmên berfireh kontrol bike."

Ehmed tekez kir ku her karekî siyasî divê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) be û rejîma Sûriyê yan jî dewletên ku desteka wê dikin, girêdarê lihevkirinê bin.

Komîteya destûrê ya ku tê payîn di dema bê de dest bi karê xwe bike, ji 150 endaman pêk tê. Li gorî plana navneteweyî ji wan 50 endam rejîma Sûriyê diyar dikin, 50 opozîsyon û 50 şandeyên taybet ên NY`yê diyar dike, bi armanca girtina nêrînên pisporan û nûnerên civaka sivîl.

Li gel tunebûna navên nûnerên MSD’yê di lîsteyê de heta niha li ser navên lîsteya navneteweyî nehatiye lihevkirin. Ev lîsta bûye sedema pirsgirêkan di navbera Şam û NY`yê de. Lê NY dibêje divê  navê 6 endaman tenê di vê lîsteyê de were guhertin.

Li gorî ku cîgira seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Nûcîn Yusif di daxuyaniyeke berê de ji ajansa me re destnîşan kiriye, ew bi rêya werşeyên kar ku li dewletên rojavayî û sê komxebatên ku di hundirê Sûriyê de bi tevlêbûna aliyên opozîsyonê yên derve û hundir bi armanca nîqaşkirina destûra Sûriyê ya nû û dayîna lêvegereke bingehîn hewl didin refa opozîsyona nerm bike yek. Da ku bigihîjin destûreke giştî ku tê de nêrîna tevahiya pêkhateyan bê dûrxistin di ber çavan re were derbaskirin. Nûcîn tekez kiribû ku eger ev gav pêk nehatin, wê alozî û şer bidome.

Eger nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD’ê ji komîteya destûra Sûriyê hatin dûrxistin dê ev gav têk biçe. Ji aliyekî din ve Nûcîn Yusif tekez kir ku eger di amadekirina destûrê de nebûn şirîk ew bi pêkanîna bendên destûra nû ya Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne girêdar in.

Ji senaryoyên ku dibe pêk werin, eger DYA şirîkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di tunekirina DAIŞ`ê de û berpirsên navneteweyî rola xwe di tevlêkirina nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk baskê siyasî yê QSD`ê de di amadekirina destûra Sûriyê ya nû de nelîstin dê nakokiyên dosyaya Sûriyê berdewam bikin. Ev jî dê bibe sedema dirêjkirina temenê aloziyê li gel azarên gelê Sûriyê ji şer bêyî ku bigihîjin çareseriyeke siyasî ya giştî ji aloziyê re.

(şx)

ANHA


Mijarên Din