Tewandin û radestkirina li hember dijmin heta şehadetê nepejirandin

Nepejirand ku dev ji xaka û metoda xwe heta xwîna xwe tev li bi sedan şêniyên taxa wî bû, navê wî kete dîroka nemiran weke çawa navên ciwanên welatên wî di mezintirîn destanên lehengiyê ya şoreşa Rojava de hatin nivîsandin.

Têkoşer Beşîr Hesen bi nasnav Serbest li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê (1979)’an hate dinê. Ji şêniyên gundê Qîbarê yê girêdayî kantona Efrînê bi kokê Êzîdî ye. Malbata wî ji 13 ferdan(7 xort û 6 keç) pêk tê. Beşîr ê 8’emîn e ji nava wan.

Xwendina seretayî li dibistana taxê kiriye. Bi sedema rewşên malbatê ya madî nikarî xwendina xwe berdewam bikira. Li kargeha şîrmeniyê ya taxê 3 salan xebitî. Piştre bû alîkarê ajokarê wanşê.

Girîngiya wî zêdetir li ser çandiniya kulîl û li rexê jî xwedîkirina lawiran bû. Di mala xwe de ya li naverasta Şêxmeqsûdê gelek lawir xwedî dikirin.

Di sala 1998’an de, Beşîr leşkeriya rejîma Sûriyê li parêzgeha Dera ya neçarî kir. piştî qedand karî alîkariya ajokariya wanşê kir. Di 2005’an de ji Ayşe Qere Elî ku 3 xort û 2 keç jê anîn, zewicî.

Piştî mirina bavê wî sala 2004’an, têkoşer Beşîr barên wî ya xwedîkirina biryarên xwe û yê malê hilgirtin. Xweşika têkoşer(Anahît Hesen) wiha der barê birayê xwe de axivî: "Beşîr ji hêla tevahî ferdên malbatê ve hezkirî bû. Pê re rihekî xweşik hebû û şaştî nedipejirand. Zêde li ser malbata xwe hestiyar bû ku di her cejnekê de bangî hemûyan dikir ku di mala wî de kom bibin û cejnê pev re derbas bikin."

Di erka parastina taxê piştî gurbûna şoreşê û destpêkirina êrîşên dijmin de beşdar bû

Bi destpêkirina şerê li Şêxmeqsûdê sala 2013’an de, topbaran li dijî taxê zêde bû. Hevjîna têkoşer Beşîr jê xwest ku bi sedema rewşên dijwar û rewşa tirsê yê bi sedema êrîşan, ji taxê derkeve, lê Beşîr her tim digot: "Heta ku jiyan dikim û li vê taxê me, dev ji rêgeza ku li ser perwerde bûme bernadim û radestî dimin nabim. Ez dê taxê heta dilopa dawî ya xwîna xwe biparêzim."

Ji dest bombebaranên dijwar malbat ji taxê derket. Lê têkoşer Beşîr da ku taxê li rex şêniyan biparêze, ma. Piştre tev li nava refên YPG’ê bû, çek rakir û di eniyên şer ên pêş sala 2016’an de şer kir.

Piştî li hember êrîşên dijwar sekinî, tev li karwana şehîdan bû

Beşîr di eniya şer a taxa Eşrefiyê ya li rex taxa Şêxmeqsûdê de ye li gel hevalên xwe şer kir. Lê dema şer li taxê sala 2016’an de dijwar bû, cihê xwe di sêgoşeya Eşrefiyê ya ku nuqteya birînê di navbeta YPG’ê ji aliyekî, endamên rejîmê ji aliyekî dîtir û çeteyên dagirkeriya Tirk ji aliyekî din ve, girt.

Di sibeha 9’ê Gulana 2016’an de, êrîşên çeteyan li dijî taxê bi hewldanên ketinê û di nava şerê şervanên YPG û YPJ’ê ya li hember van êrîşan û ji nav jî têkoşer Beşîr heye, zêde bûn. Piştî berxwedaneke mezin Beşîr ji serê xwe ve birîndar bû. Ji hevalên wî lez da rakirina wî ya nuqteya bijîşkiyê ya li taxê. Lê ji ber encama xeteriya birînên wî piştî çend saetan tev li nava karwana şehîdan bû ku bi xwîna xwe hêjatirîn destanên lehengiyê nivîsandin.

Cenazeyê Beşîr li Goristana Şehîd Refîq a navçeya Şera ya kantona Efrînê hate spartin.

Ayşe Qere Elî wiha raber kir: "Serê min bi hevjînê min bilind e ji ber heta rizgarkirina taxê li ser soza xwe ma."

Ji bo bîranîna şehîd Beşîr û têkoşeriya wî di dirêjahiya salên şoreşê li herêmên tevî dijwar û şerê tevî xeternak de bimîne, navê wî li navenda çêkirina alavan a li taxa Şêxmeqsûdê hate kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din