Tûgeya sêyemîn a Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate ragihandin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi merasîmekê tûgeya sêyemîn bi navê "Şehîd Dêrsim" û yekemîn foca ji tûgeyê bi navê "Şehîd Cesûr"  ragihand.

Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê du meh beriya niha bi tevlîlûbûna 215 şervanan dewreyeke perwerdeyê hatibû destpêkirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştî qedandina dewreyê îro bi tûgeya sêyemîn bi navê "Şehîd Dêrsim" û yekemîn foca ji tûgeyê bi navê "Şehîd Cesûr"  ragihand .

Fermanarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarên wê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi torana leşkerî dest pê kir, şervanên tevlî perwedeyê bibûn sûnd xwarin.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê fermandar Îbrahîm Hemdan qedandind dewreyê û ragihandina tûgeya sêyemîn li şênî û şervanan pîroz kir û got: "Armanca perwerdeyê avakirina perwerdevanên pispor e û kesayeteke leşker e ku karibin sînorê Minbicê ji gefên derve biparêze. Heger em bajarê xwe nepaêrzin, wê ti pêşketin û ti perwerde tunebe. Heger em bajarê ewle nekirin em nikarin civakeke demokratîk ava bikin."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bang li şervanên tûgeyê kir ku karê xwe bi rêk û pêk bi cih bînin û xak û gelê xwe ji her xeteriyan biparêzin.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din