The Sun: Hikumeta Cebel Tarêq dê keştiya petrolê ya Îranê berde

Rojnameya The Sun a Brîtanî ji çavkaniyên nêzî hikumeta Cebel Tarêq ragihand ku ew ê îro keştiya Îranê ya li gel Brîtanya li Deryaya Navîn hatibû girtin, berdin.

Rojnameya The Sun a Brîtanî ji çavkaniyên nêzî serokwezîrê hikûmeta Cebel Tarêq Fabian Picardo diyar kir ku herêma Cebel Tarêq a girêdayî Brîtanya dê îro keştiya veguhestina Petrolê ya Îranê, ku hêzên deryayî yên Birîtanya li Deryaya Navîn di meha Tîrmehê de girtibû, berde.

Rojnameyê got ku Fabian Picardo daxwaza nûkirina girtina keştiyê nake, ji ber ew êdî naçe Sûriyê.

Rojnameyê ji çavkaniyekî nêzî Picardo ragihand ku Picardo wiha gotiye "Tu sedemên hiştina keştiyê li Cebel Tarêq tune ye, ku em êdî texmîn nakin ew ê cezayên ser rejîma Sûriyê binpê bike."

Tîma hêza deryayî ya Brîtanî di 4`ê Tîrmehê de keştiyeke ku 15 hezar ton bar kirbû, di tengava Cebel Tarêq re diçû girt û texmîn kirin ku cezayên Ewropî di veguhestina Petrolê li Sûriyê binpê dike, ku Îranê ew yek derewand.

Ji ber girtina Brîtanya ya ji keştiya Îranê re, aloziya veguhestina di navbera herdu aliyan de zêde bibû. Îranê di 19`ê Tîrmehê de keştiyeke Brîtanya di ava tengava Hirmezê de rawestand ku hikumeta Îranê ev gav weke binpêkirina qanûnên deryayên cîhanî binav kir.

Di demên dawî de, Tehranê amadekariya xwe ji dan û standina diyar kir, lê Londonê ev yek red kir û banga berdana keştiya xwe ya girtî kir.

(jo)


Mijarên Din