Theresa May di 7`ê Hezîranê de îstifa dike

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihand ku dê di 7`ê Hezîranê de îstîfa bike. Ev jî wek gaveke ku daxwazên Partiya Muhafezekar temsîl bike û destpêkeke nû li pêşiya serokê nû veke da ku hewldana şikandina proseya derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê bike.

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ji Reutersê re got: "Ji min re zelal bûye ku ji berjewendiyên welat e ku serokwezîrekî nû hebe da ku vê kedê bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê ez di 7`ê meha Hezîranê de, îstifaya xwe ji Partiya Muhafezekar re didim."

Têkildarî mijarê bi daxuyaniyekê Theresa May wiha  got: "Min hemû hêza xwe da, da ku serencamên referanduma derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê (Brexit) pêk were.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Theresa May piştî redkirina endamên partiya wê, rastî gelek fişaran hatiye. Ev yek jî piştî gava dawîn a Brexitê, her wiha ji meha Çileyê de parlemanê Brîtanyayê plana derketina ji Yekittiya Ewropayê ku 3 caran Theresa May pêşniyar kiriye, red kir. Ev yek jî berî ku Theresa May bi Partiya Karkeran re ku dibe cara çaremîn bigihîje lihevkirinan.

(eh)

 


Mijarên Din