Theresa May dibe ku sibe îstîfaya xwe ragihîne

Raporên çapemeniyê eşkere kirin ku dibe serokwezareta Brêtanya Theresa May sibe anku roja înê, îstîfaya xwe ragihîne.

Çavkaniyên rojnameyên Brêtanya ragihand ku serokwezîr Theresa May dibe ku sibe înê îstîfaya xwe ji serokatiya hikumetê ragihîne.

Theresa May hêvî dike ku parlamenterên parlamentoya Brêtanya piştevaniya wergirtina derketina ji Yekitiya Ewropayê(YE), bigire.

Ji girîngtirîn daxuyaniyên Theresa May ew bû ku dayîna dîrokeke diyar ji bo dengdayîna di parlamentoyê de li ser mijara pêkanîna referendoma duyemîn û seneroyên têkiliyên bazirganî bi YE’ê re di pêşerojê de.

Serokê Meclisa Giştî ya Brêtanyayê Andrea Leeds, duh şeva çarşemê îstîfaya xwe bi sedema nakokiyên bi serokwezîr Theresa May re der barê derketina Brêtanya ya ji Yekitiya Ewropayê, ragihand.

(fr)


Mijarên Din