'Tifaqa kurdî-erebî xaka welat parast û diparêze'

Şêx Misqal Recep diyar kir ku bi tifaqa kurd- erebî û pêkhateyên din çeteyên DAIŞ'ê têk çûn û got ev tifaq xaka welat ji dagirkeriyê parast û wê biparêze.

Di demên dawî de hewldanên derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de hatin kirin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê bi rêya ajanên xwe şêx û rûspiyên êlên herêmê kirin hedef da ku tevna civakê ji hev bixe û civakê lawaz bike.

Ji rûspiyên êla Cewala ya herêma Cizîrê, Şêx Misqal Recep diyar kir ku têkiliyên di navbera gelên Ereb û Kurd de qedîm in, têkiliyên malbatî û xwînê çêbûn, tu hêzên derve nikare van têkiliyan xirab bike. Şêx Misqal Recep got: "Bi rêya têkiliyên xurt ên di navbera gelên Ereb û Kurd de bi pêkhateyên din ên herêmê re me teror têk bir û civakeke demokratîk û hevgirtî ava kir."

Şêx Misqal Hîlal destnîşan kir ku hin aliyên derve hewl didin fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin mîna ku li Iraqê di navbera Şîa û Suniyan de fitne derxînin û got: "Hemû hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wê têk biçin."

Şêx Recep bal kişand ser girîngiya hişyarbûn û parastina têkiliyên xurt ên di navbera pêkhateyên herêmê de destnîşan kir û got, "Divê em destekê bidin hemû kesên hewl didin welat ava bikin û bersiva yên ku hewl didin welat xirab bikin, bidin."

Şêx Misqal Hîlal Recep bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji hewldanên derxistina fitneyê û xeteriya wê hişyar bin û destnîşan kir ku tifaqa kurdî û erebî xaka welat ji dagirkeriyê parast û wê biparêze.

ANHA


Mijarên Din