‘Tifaqa Şîn û Spî’ di hilbijartinên Îsraîlê de partiya Likud derbas kir

Tifaqa Şîn û Spî 33 kursî li hember 31 kursiyên Partiya Likud a Netanyahu di hilbijartinên Îsraîlê de bi dest xistin.

Li gorî komîteya hilbijartinan a Îsraîlê, Tifaqa Şîn û Spî bi serfermandarê berê yê Îsraîlê Benny Gantz 33 kursî di parlamentoyê de bi dest ve anîn, beramberî 31 kursiyên Partiya Likud a serokwezîr Benjamin Netanyahu.

Her wiha komîteya hilbijartinan diyar kir ku encamên dawîn dê roja çarşemê bên diyarkirin. Netanyahu di 6 mehên dawîn de 2 caran bi bin ket.


Mijarên Din