​​​​​​​Timayên Tirkiyê li Yemenê

Êdî hebûna Tirkiyê li Yemenê bi taybet herêma başûr û ji bo dewletên cîranê Yemenê re metirsiyên zêde li Kendava Ereban û Misirê jî diafrîne. Ji ber ku Tirkiyê girîngî dide herêma li kendava Eden, Bab El-Mindeb û Deryaya Sor.

Metirsiyên ji hevgirtina Tirkiyê û Qeterê li Yemenê bi rêya ajandeyên Tirkiyê û desteka Qeterê ji hinek kesayetên siyasî û êlî yên ji Yemenê û girêdayî Şepela Ixwan Muslimîn zêde dibin.

Rêxistinên en hikumî ji derve xêrxwaz in û lê di cewherê de girêdayî istixbaratê ne

Raporên çapemenî îşaret pê dikin ku tevgerên Tirkiyê yên kirêt di bin çarçoveya rêxistinên xêrxwazî û mirovî de bi rastî li Yemenê di sê herêmên beravê; Şebwe, Suqratî û herêma El-Mixa li parêzgeha Taiz destpê kirine. Tirkiyê bi vê yekê dixwaze zemîneke guncew bi rêya vedîtina dargehek deryayî di bin kontrola ajanên xwe yên li Yemenê,  ji bo ku bi awayekî meydanî mudexeleya Yemenê bike, ava bike.

Rêxistinên ne hikumî NGO beşek ji cîhazên istixbatê ne. NGO û karmendên wê agahiyên ku bihêztirîn cîhazên istixabatê yên fermî bi dest bixin, bi dest dixin. ew rêxistin wek jêderek girîng a agahiyan tê hesibandin. ji ber têkilbûna wê ya yekser bi civakan re bi taybet xizanan xwedî zemînek agahiyên dagirtî û girîng e. ev rêxistin di piraniya civakan de, çîna xizanan dike hedef.

Tirkiyê destpêkê hewl da qaşo bi navê hêza nerm bi kar bîne,  bi rêya leşkerkirina ciwanên dewletên xizanî derbasî wan dewletan bibe û ciwanên wê wek çeteyan bikar bîne. Ji ber wê Tirkiyê li Afrîkayê gelek istismarat vekirin ji bo ku zemîna guncew amade bike û derbasî beşa B ya plana xwe bibe. Di salên dawîn de gelek baregehên leşkerî ava kirin. dikare bi  rêya wê çekên hawayî, bejahî û deryayî li herêmên girîng derveyî sînorên xwe belav bike û da ku lihember Siûdî Arabistan, Îmarat û Misir bi hêz be.

Ji wan rêxistinên ku em behsa wê dikin, Desteya Xêrxwaziyê ya Mirovî ya Tirkiyê IHH. Ev rêxistin li parêzgehên Eden, başûrê Yemenê û li paytexta Somal Maqdîşo xebatên xwe dimeşînin. Vê rêxistinê nexweşxaneya Decfire yak u niha bi navê Erdogan tê naskirin, li Meqadîşo restore kir.

Têkildarî vê mijarê endamê komeleya niştîmanî ya başûrê Yemenê Wedah Atiye ji ANHA`yê re axivî û got: Mudexeleyên Tirkiyê di Yemenê de êdî ne veşartî ne. Piştî serdana wezîrê veguhestinê yê Yemenê yê berê û nêzî Ixwanan Salih El-Cebwanî û mohrkirina lihevkirinên der qanûnî bi desthilatên Tirkiyê re ew mudexeleyên wê ji tevahiyan re eşkere bûn. Ji wan mudexeleyan ya herî girîng kirîkirina keştîgehan û balafirgehê ji Tirkiyê re.

El-Cebwanî di dawiya 2019`an de ji Enqereyê ragihand ku Yemen û Tirkiyê girêdayî avakirina komîteyek hevbeş ji wezaretên veguhestinê yên her du welatan lihev kirine. Ji bo ku reşpelika lihevkirinekê girêdayî hevkarî, destek û istismarên Tirkiyê di warê veguhestinê de li Yemenê deynin. Hikumeta Yemenê daxuyaniyên El-Cebwanî derewandin bi taybet ên têkildarî keştîgehan û balarfigehan.

Çavkaniyên siyasî ji Yemenê diyar kirin ku Tirkiyê ji rola ku Enqere bi rêya ajanên xwe li Yemenê radibe jê armanc dike hikumeta rewa û koalîsyona Ereban parçe bike û zemînekê ji bo ku bi rêya kesayetên girêdayî şepela Ixwanan ya alîgirê Qeter û Tirkiyê mîna Hemûd Saîd El-Mixlafî mudexele bike, ava bike.

Bin Atiye di vî warî de dibêje: Li Taizê Tirkiyê bi awayekî mezin serwer e. bi taybet piştî vegera El-Mixlafî ji Tirkiyê û vekirina baregehên perwerdekirinê. Xetertirîn wan baregehan li dora çiyayên El-Heceriye li nêzî tengava Bab El-Mendeb e.

El-Mixlafî hejmarek baregeh ji bo leşkerkirina endamên ixwanan vekirin. Her wiha bang li gelê Yemenê li nêzî eniyên sînor kir ku tev li wan baregehan bibin. tê texmînkirin ku ev baregeh dê rolek di pêvajoya bê de de di çarçoveya hedefgirtina koalîsyona Ereban  û pêkanîna ajandeyên Qeter û Tirkiyê de bilîzin.

Bin Atiye ev tişt jî diyar kir: Piştî Taizê hegemoniya Tirkiyê li parêzgeha Şebwa jî mezin e. hinek wêne û agahiyên pêkhatina hevdîtinan di navbera waliyê Şebwa yê ixwanî Bin Adyo bi esferên istixbarata Tirkiyê re yên ku bi rêya dargehên El-Mehra di bin sifeta rêxistinên mirovî desteker derbasî welêt bûne, hatin belavkirin.

TIRKIYÊ Û QETER JI BIKARANÎNA HÊZA NERM VEGUHERÎ HEBÛNA LEŞKERÎ

Hemûd El-Mixlafî li gorî rastiya xwe, xwe pêşkêş kir. baregehên perwerdekirinê di çarçoveya dewletê de bi navê Bargeha Hemed li herêma Yafras a girêdayî Çiyayê Hebeşî vekir. Kanala Cezîre ya Qeterê, dîmenên endamên Koma Ixwan Muslimîn ên ku di baregeha Hemed e perwerdeyên xwe dibînin û dirûşmeyên dilsoziya bi El-Mixlafî re berz dikin weşandin.

El-Mixlafî berê li Tirkiyê dima û diçûn û dihat Qeter  û Emanê. Di 30`yê Tebaxa 2019`an de avakirina tugeyên leşkerî ji pereyên xwe ragihand. El-Mixlafî bang li ciwanê Taizê kir ku ji sînorên başûrê Yemenê bi Siûdî Arabistan vegerin û bibin endaman wan tugeyan ên ku Qeter desteka wan dike.

El-Dewha kesayetên siyasî bi hêz di hikumeta Yemenê de bi rêya ixwanan bikar tîne. Da ku hejmarek zêde ji pêkhateyên Yemenê bikişîne aliyê xwe û amadekariyên xwe li dijî koalîsya Ereban temam bike. Ji wan kesayetan wezîrên veguhestinê û xebatên sivîl ên ku îstîfa kirine; Salih El-Cebwanî û Nebîl Hesen El-Feqîh, wezîrê hundirîn Ehmed El-Meyseî yê ku beriya demekê di qeydek nû de li ser kanala Cezîrê êrişî koalîsyona Ereban kir û guman ji rola wê li Yemenê kir.

Tirkiye hewl dide bigihêje keştîgeha Bilhaf a stratejîk û pirsporê derxistina gaz û petorlê. Da ku beravên li ser Deryaya Ereban kontrol bike. her wiha dixwaze tengava Bab El-Mendeb jî kontrol bike, ji bo ku wek dergehek ji bo mudexeleya xwe di herêmê de bikar bîne. Bi taybet ji ber ku ev dergeh gihaştina destekê ji baregehên leşkerî yên Tirkiyê li nêzî Somal û Qeterê dabîn dike.

PARTIYA GUHERÎN DERGEHA TIRKIYÊ Û QETERÊ YE JI BO KU DERBASÎ YEMENÊ BIBIN

Têkildarî xeteriyên Qeter û Tirkiyê li dijî ewlehiya neteweyî ya Ereban serhêz(major) û lêkolînerê stratejîk ê ji Siûdî Arabistan Hesen El-Şehrî got: Siûdî arabistan piştî ku Îranê hebûna xwe li Yemenê fireh kir, hewl da bi rêya Bagera El-Hezim, rewabûna hikumeta Yemenê vegerîne. Lê  Partiya Guherîn li Yemenê ya bi ser Ixwan Muslimîn ve tê hesibandin û wek dergeha mezin ji bo derbasûna Qeter û Tirkiyê ji Yemenê re tê hesibandin, hewl da xebatên fermandariya Yemenê asteng bikin, piştî ku fermandariyê sêcarek ji welêt vegerand. Bi wê tenê nekirin, rewabûna fermandariyê felc kirin. Ji ber wê  fermandariya Yemenê ya rewa di avakirin, geşpêdan û vegerandina ewlehiyê ji herêmên rizgarkirî re bibinket. Her wiha di birêvebirina operasyonên leşkerî li eniyên şer li dijî milîsên Hûsî yên girêdayî Yemenê bibinket.

El-Şehrî wiha domand: Di encamê de astên xizantî û birçîbûnê zêde bûn. Wan jî ev hawîrdor, li rex çapemeniya ku xeyal difroşe û rêxistina El-Qaîde bikar anî û hawîrdorek ne ewle ava kirin. ji baregehên rêxistina Ixwanan li Yemenê  endamên terorîst amade kirin. Wan jî Artêşa Niştîmanî kontrol kir û ji armanca wê bidûr xist. Li şûna rizgarkirina Taiz, Senaa û Hudeyde çûn parêzgehên rizgarkirina kontrol kirin. Şebwa kontrol kirin û îhanet li kesayetên mezin û rûspiyên wir kirin. bi awayekî derqanûnî ew girtin, kuştin, çek revandin û ewlehiya parêzgehên başûr hejandin.

El-Şehrî di nav gotinên xwe de destnîşan kir: Meclisa Demkî li hember wan reftariyan li ber xwe da û bû şirîkê hikumeta rewa. Ev jî ne li gorî kêfa wan nehat. Mixabin di bin navê  rewabûnê û bi tevlibûna endamên El-Qaîde de li gel destekek siyasî, leşkerî, malî û çapemenî ji Dewha û Enqereyê dest bi operasyonên leşkerî kirin. tê zanîn ku ev hêz di bin kontorla cîgirê serok û bavê ruhî yê Ixwanan li Yemenê û serokê birêxistinkirina pirtûkxaneya Marebê kar dikin. ew kes planan ji ixwanan re dîdine.

El-Şehrî îşaretpê kir ku pêkanîna lihevkirina Riyadê di vê pêvajoyê de dê Yemenê ji vê rewşê biparêze, heta ku bi rêya hêzê pêk were. Ji ber ku Tirkiyê armanc dike bigihêje Bab El-Mendeb, kendava Eden, Deryara Ereban û Girava Suqtra.

El-Şehrî bal kişand ser ku piştî derxistina Tirkiyê ji girava Sewakin a Sudanê, Tirkiyê berê xwe da Somalê û li wir mezintirîn bargeha leşkerî li derveyî sînorên xwe ava kir. her wiha destnîşan kir ku Siûdî Arabistan li hember vê gava Tirkiyê hevalbendek bi dewletên liser beravên Deryaya Sor û Kendava Eden re ava kir. li gorî El-Şehrî ev hevalbendî dê zendê neviyê Osmaniyên ku Filistîn radestî Cihuyan kirin, qut bike.

Di nav gotinên xwe de El-Şehrî diyar kir ku rewşa Yemenê hîna girêk e. lê Riyad, Qahîra, Ebû Zabî û Mename dikarin xewnên sponserên terorê û piştevanên wê li Enqere, Tehran û Dewha parçe bikin.

TIRKIYÊ LI AFRÎKA DIRÊJ DIBE

Tirkiyê di Cotmeha 2017`an de li Somalê li ser kendava Eden baregehek ava kir. Ji ber cihê wê yê stratejîk li ser Deryaya Sor û Tengava Bab El-Mendeb Somal wek dergehe sereke li Afrîka tê hesibandin. Tirkiyê keştîgeha Maqdîşo ya ku zavayê Erdogan û wezîrê darayî yê Tirkiyê yê niha Berat Al-Bayrak  birêve dibe(ligorî peymanekê ku di 2013`an de hatiye mohrkirin û heta 20 salan didome), bi kar tîne da ku çek û çeteyan bişîne Yemen û Lîbyayê.

Li Somalê jî tevgerek diyar a şirketên Tirkiyê heye. şirketa FavorîLLc ya Tirkiyê di sala borî de erkên birêvebirina balafirgeha Maqdîşo ya navdewletî wergirtin.

Girêdayî hebûna Tirkiyê Ii Jîbûtî, Tirkiyê bi Jîbûtî re peymanek ji bo avakirina herêma bazirganî azad bi rûbera 12 milyon m2 bikarîna aborî bi 1 tirilyon dolar tê texmînkirin mohr kir.

Tirkiyê hewl dida baregehek deryayî li girava Sewakin li Sûdanê ava bike. ev baregeh dê li ser ewlehiya neteweyî ya Misr, Lîbya, Siûdî arabistan û Îmarat xete bûya. Lê ew plana Tirkiyê piştî derbeya li Sûdanê têk çû.

Wê demê serokê Arîtîryayê Asyasî Aforqî hebûna leşkerî ya Tirkiyê li girava Sûdanê  tevî li Somalê rexne kir û diyar kir ku ew reftarî li dijî aramiya herêmê ne. her wiha îşaretpê kir ku Tirkiyê ajandeyên Ixwan Muslimîn li Deryaya Sor pêk tîne û hewl dide hegemoniya xwe li herêmê ferz bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din