‘Tirkan mixabiniya xwe derbarê êrişa dawî a li dijî Idlibê anî ziman’

Tora CBC News`ê ya Kanadayê ragihand ku Tirkan der barê êrişa dewleta Tirk a dawîn a li dijî Idlibê de mixabiniya xwe anî ziman.

Welatiya ji Tirkiyê  anî ziman ku ew ne bawer e rewş baş dimeşe ji ber her roj ew nûçeyan dişopîne û dibîne ku ew leşkerên xwe winda dikin.

Ji destpêka Çileyê ve derdora 60 leşerkên dewleta Tirk li Idlib a Sûriyê mirine, di vê derbarê de CBC ragihand ku mirina leşkeran derbeyeke manewî mezin e, nexasim ji dewleteke ku nasnameya wê bi artêşê ve girêdayî ye.

Di pêvajoya 3 mehên derbasbûyî de dewleta Tirk hêzên xwe li Idlibê belav kirin, armanca ji vê yekê jî ew bû ku pêşdeçûna hêzên hikumeta Sûriyê li baragehên dawîn asteng bike. Baregehên dawîn ku dewleta Tirkiyê bi cih kirine, di bin serweriya Cebhet El-Nusra (şaxê El-Qaîdê ya li Bîlad Şamê) û çeteyên Tirkiyê yên Idliba bakur-rojavayê Sûriyê de ne.

Piştî 36 leşkerên Tirkiyê di dawiya Sibatê de di encama oparasyoneke asmanî de mirin, dewleta Tirk 1’ê Adarê di bin navê"Mertala Biharê"de êrişî hêzên Hikumeta Sûriyê kir.

Li Stanbolê tabloyeke mezin ku li ser navê êrişa Tirkiyê û nameya kî ji me ji bo buhişta vî welatî canê xwe feda nake? daliqandiye, lê şîrovekarê siyasî Soleil Ozil ji tora CBC re parve kir ku "Bi vî awayî oparasyon bi rê ve diçe û teqez dê ev fen li ser min neyê meşandin."

Şerê li Idlibê  tê meşandin gefa derbasbûna Tirkiyê di rûbirûbûna yekser a bi Rûsyayê re xwar.

Dewleta Tirk piştî derbeya asîmanî ya dawiya Sibatê 16 saetan destgehên ragihandinê sekinand û rêxnegiran di vê derbarê  de gotin ku ew bi vê yekê rê li pêşiya gotûbêjên navxweyî yên der barê destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de girtine.

Soleil Ozil bi lêv kir ku" Tu carî çapemeniyê malbatên li ser mirina leşkerên Tirk digirîn eşker nekiriye û em jî çîrokên wan malbatên ku zarokên xwe winda kirine nabînin, tenê carekê bavekî got, kuştina leşkerên me bisekinînin."

Şîrovekar texmîn dikin ku tekane xala ku Enqerayê hildibijêre ew e ku NATO û YE`yê pêwîstiya wan bi Tirkiyê re wekî pêwîstiya Rûsya ye lê ji bo hestên gelek tirkan gur neke zêde deng nake. Ew jî guman dikin ku welatê wan ne zelal e û bi tenê ye.

Hisên Beydelk xwendekarekî (22) nêrînên xwe parve kir û got "Rusya, DAY`ê û dewletên Ewropa yên din li vir hene, lewma gelek lîstikvan li vir hene û ew jî di navbera Rojava û Rojhilat de mane."

(eh)


Mijarên Din