Tirkiyê 30 alav derbasî gundewarê Meret El-Nûman kiri

Hêzên dagirkeriya Tirk alîkariya locistîk û leşkerî ber bi cihên xwe li gundê Merhitat li gundewarê bajarê Meret El-Nûman dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got hêzên Tirkiyê desteka leşkerî ber bi xaka Sûriyê ve bir, ku karwanekî leşkerî ji 30 alavan di deriyê Keferlosîn a sînor re derbas bûn.

Karwan ji ereb û wesayitên zirxî ku amûrên leşkerî û locistî barkirbû, tevî alavên komên çeteyên Tirkiyê pêk hat û berê xwe da kombûna hêzên Tirkiyê li gundê Merehitat li gundewarê başûr rojhilatê Idlibê.

Der barê mijarê, Navenda Sûriyê teqez kir ku karwanekî Tirkiyê nû ji 4 alavan zirxî pêk tê ku leşker hilda bû û ber bi nuqteya Sirman a rojhilatê Idlibê ve diçû.

Tirkiyê 12 nuqte li Sûriyê dagir kiriye, ew yek bi hinceta hevpeymana bi Rûsya û Îranê re, di bin navê "Nuqteya çavdêriyê" ku dihat payîn ev nuqte rolekê di rawestandina agirbestê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de bilîze, lê nikaribû herêmê ji bombebaran û rûxandinê dûr bixe.

(jo)

 


Mijarên Din