Tirkiyê alîkariyê ji Cebhet El-Nusra re dişîne

Serçeteyek ji komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker got 110 çete ji çeteyên wan gihîştin Hemayê da ku destekê bidin Heyet Tehrîr El-Şam. Her wiha hinek dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê ragihand ku alîkariyên leşkerî gihîştin Hatay/ Lîwa Iskenderon da ku derbasî Idlibê bikin û bidin çeteyan.

Tevî ku hêzên Rûsyayê li “herêmên bêçek” 72 saetan şer rawestand, lê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ku di nava lîsteya terorê de ye, agirbest red kir. Serçeteyê wê Ebû Mihemed Colanî diyar kir ku Tirkiyê alîkarî ji wan re şand herêmên bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya wan de.

Malperên girêdayî çeteyan ragihand ku çeteyê Ceyş Şuheda Bedir (Artêşa Şehîdên Bedir) ê bi navê Ebû Hesen destnîşan kir ku koma yekemîn a çeteyan ji navenda giştî ya artêşê ji Rayî derket ku hejmara wan 110 çete bûn û paşê dê 2 komên din bi heman hejmar û çekan biçin.

Hinek çavkaniyan destnîşan kir ku dewleta Tirk wan kesan dixe nava şerê li dijî hêzên rejîmê da ku destekê bidin Heyet Tehrîr El-Şam a li ser lîsteya terorê a cîhanî ye.

Çeteyê bi navê Ebû El-Hesen ragihand ku çete dê bi rêya dergeha El-Xezawiyê yê li Sehil Hemayê bi koordîneya bi fermandarên çeteyên Ceyş El-Iza yên li Sehil El-Xab derbasî Idlibê bibin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Tirk gelek alîkariyên leşkerî yên nû anîn wîlayeta Hatay/ Lîwa Iskenderon da ku derbasî Idlibê bikin û çekan li çeteyên belav bikin.

Tevî ragihandina agirbestê, lê her du aliyan pêk neanîn. Ji şevê din ve di navbera her du aliyan de şer derdikeve. He wiha balafirên şer ên Rûsyayê bombebaran dike. Di encama wê de bi dehan endamên her du aliyan hatin kuştin. Çeteyên El-Cebhe El-Weteniye li beramberî qebûlkirina agirbestê ji rejîmê xwest ku ji herêmên ku xistine bin serweriya xwe, derkeve.

Hinek malperên alîgirên çeteyên Tirkiyê ragihand ku wan serbazê bi navê Fewaz Qitêş fermandarê Tûgeya Endezyarî Mihemed Silêman û Samir Hisên ên girêdayî hêzên rejîmê li eniya Til Sultan a bejahiya rojhilatê Idlibê, dema ku mayin bi cih dikirin, kuştin.

Ji bo şer dûrî Idlibê bikeve, artêşa Tirk şer veguherand bejahiya Laziqiyê. Li gorî çavdêran ku ev yek demê qezenc dike da ku xetên şer ên bi rejîmê re li Idlibê xurt bike û çekên giran bigihîjin çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam.

Ji aliyekî din ve jî çeteyên Tirkiyê diyar kir ku wan komeke girêdayî rejîmê di nav de serbazek piştî ku xwestin li eniya Hereş Kerkat a bejahiya bakurê rojavayê Hemayê bi pêş de biçin, kuşt.

(bx)

ANHA


Mijarên Din