Tirkiyê ava kanalîzasyonê berda ser du çemên Girê Spî

Piştî ku xeyalên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vala derketin, vê carê jî dagirkeran dest bi cûrek din ên şer û dijminahiya herêmê kir. Dewleta Tirk a dagirker ava toreyên kanalîzasyonê berda ser du çemên ku ji Tirkiyê tên û di kantona Girê Spî re derbas dibin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di hewldanên xwe yên dagirkirina herêmê de bibinket, vê carê jî bi cureyek din şer û dijminahiya gelê herêmê dike.

Dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan ava toreyên kanalîzasyonê berda çemê El-Celab ê ku ji Tirkiyê derbasî herêmê dibe. Di encamê de gelek zirar gihişt zeviyên şêniyan û av derbasî nav malên şêniyên çend gundan bû. Vê carê û piştî çend rojan ji wê bûyerê, Tirkiyê bi heman şêwazî ava toreyên kanalîzasyonê berda ser çemê Selûh ê ku ji Tirkiyê derbasî Girê Spî dibe.

Dema ku Girê Spî di bin dagirkeriya çeteyan de bû, dewleta Tirk ev binpêkirin nedikir, berovajî wê hemû derî ji çeteyan re vekiribû. Piştî ku YPJ/YPG’ê di 15’ê Hezîranê de Girê Spî  ji çeteyan rizgar kirin, siyaseta dewleta Tirk ji binî ve hat guherin û dijminatiya wî destpêkir.

Çemê Selûh ji Tirkiyê ve tê û li kaniya Eyn Hisan(Kaniya Hesp) li Girê Spî bi dawî dibe. Lê di vê dawiyê de bûye gola ava kanalîzasyona bajarê Akçakala yê Tirkiyê.

Berê ava zeviyên çandiniyê derbasî çem dibû û nêçîrvan li çem nêçîra masiyan dikirin. Lê niha ava çem gemar bûye.

Çemê Selûh ji bajarê Akçakale tê û di nav baxçe, kolana sereke û qada Apê Bircî re derbas dibe. Piştre derbasî taxa El-Cisir dibe û li Kaniya Hespê bi dawî dibe.

Li gel bindbûna pileyên germahiyên kêzik û bêhna nexweş ji ber gemarbûna çem zêde dibin. Her wiha bilindbûna asta avê li ser malên şêniyên ku li rex çemê dimînin xeterî çêdike û şênî ditirsin ku ava çem derbasî malên wan bibe.

Şêniyê bi navê Salih El-Hindawî ji şêniyên taxa El-Besatîn e, dibêje: "Tirkiyê asta ava toreyên kanalîzasyonê di çem de zêde kir û ew jî ji bo şêniyan pirsgirêk e. Ev av gemar e, tijî kêzik in û dibe sedema belavbûna nexweşiyan."

El-Hindawî wiha domand: "Bi giştî Tirkiye dixwaze zirarê bighîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ji aliyê leşkerî yan jî siyasî ve be. Her wiha bi rêya bilindkirina asta ava toreyên kanalîzasyonê dixwaze zirarê bide jiyana civakî, malên şêniyan û zarokên herêmê."

Şêniyê bi navê Ehmed Resleh ê ji heman taxê got: "Ji dema ku em li taxê bi cih bûne,  asta ava çemê Selûh rojekê bilind nebûye. Ava zeviyên çandiniyê di çem de kom dibû. Niha Tirkiyê asta çem bilind kiriye û ava toreyên kanalîzasyona bajarê Akçakale berdide ser  çem. Ev av gemar e û derbasî nav malan dibe."

Di dawiyê de Resleh bang li aliyên têkildar kir ku rê li pêşiya kiryarên dewleta Tirk bigirin û pirsgirêka ava kanalîzasyonê ya ku derbasî bajêr dibe, çareser bikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din