​​​​​​​Tirkiyê balafireke Ermenistanê anî xwarê

Wezareta Parastinê Ermenistanê, eşkere kir ku balafira F-16 ya Tirkan, li balafireke Su-25 ya Ermenistanê xistiye û balafir ketiye xwarê. Di encamê de pîlot giyanê xwe ji dest daye.

Ermenistan û Azerbaycan ji ber Qerebaxê di ber hev de ne û şer û lêkdana wan dewam dike, Ermenistanê daxuyand ku balafireke F-16 ya Tirkan balafireke wan a Su-25 anîye xwarê. Wezaretê aşkere kir ku pîlotê balafirê giyana xwe ji dest daye

Di daxuyaniyê de hate gotin ku balafira F-16 a Tirkan, ji ser erda Azerbaycanê balafira Su-25 ya Ermenistanê kiriye hedef û hingaftiye.


Mijarên Din