Tirkiyê bi armanca qutkirina Efrînê ji Sûriyê qanûnên navdewletî binpê dike

Dagirkeriya Tirk qanûnên navdewletî yên NY`î,  lihevkirina Lahayî, Cinevê ya 4`an û gelek qanûnên navdewletî bi taybet piştî biryara bi hejmara 2254 girêdayî Sûriyê binpê dike. Ji bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên Tirkiyê diyar dibe ku wê rê daye Tirkiyê da ku wan binpêkirinan li herêmên dagirkirî pêk bîne.

Mehek li ser destpêkirina Tirkiyê lêkirina dîwarê parçebûnê re li aliyê rojhilat û başûrê bajarê Efrînê derbas bûye. Piştî ku zêdetirî 20 mal li gundê Cilbirê û avahiyên din li aliyê rojhilatê bakurê gundê hilweşandin û xendek kolandin da ku dîwar were avakirin.

Bi riya berdewamkirina lêkirina dîwarê dagirkeriya Tirk di çarçoveya plana lêkirina 70 km de ji dîwarê li Efrînê, kantona Efrînê ji erdnîgariya Sûriyê qut dike.

Dirêjbûna dîwarê li gundê Cilbirê yê ku bi 8 km li başûrê rojhilatê Efrînê ye gihaşt zêdetirî 3 hezar û 500 metreyan. Hindek maye dîwar bighêje gundê Basilê. Tevî wê jî lêkirina dîwarê li gundê Miryemîn ê ku bi 7 km li rojhilatê Efrînê ye didome. Ji aliyekî din ve dagirkeriya Tirk di encama çalakiyên Hêzên Rizgarkirina Efrînê de lêkirina dîwarê li gundê Kîmarê rawestandiye.

Tirkiyê sêyemîn dîwarê li cîhanê lêdike

Tirkiyê şerê li Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe bikar anî, ji 2015`an ve çete û terorsîtan derbasî Sûriyê kir û bi hinceta parastina ewlehiya xwe li seranserî sînor dîwar lêkir. Dîwar ji Efrînê heya bajarê Dêrikê bakurê rojhilatê Sûriyê dirêj kir.

Di cîhanê de 3 dîwar hatin lêkirin yek dîwarê Çînê ye bi dirêjahiya 9 hezar km, dîwarê di navbera Amerîka û Meksîk de bi dirêjahiya zêdetirî hezar û 70 km û dîwarê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de bi dirêjahiya zêdetirî 711 km.

Bi vê yekê dîwarê di navbera Tirkiyê û Sûriyê dîwarê sêyemên ê herî dirêj di cîhanê de ye tevî dîwarê ku niha li dora Efrînê lêdike da ku wê ji Sûriyê qut bike.

Dagirkeriya Tirk dîwarên ku berê hatine çêkirin bi bilindbûna 4 metre, penahiya 3 metre û pîvana 8 tonan bi cih dike.

Qanûn!

Lîsteyên yan jî bendên lihevkirina Lahayî 1907`an û lihevkirina Cinevê ya 4`an a 1949`an tevî protokola yekemîn 1977`an, di naveroka xwe de tekez dike ku nabe tu dewletek dagirker serdestiya xwe bi kar bîne da ku berjewendiyên xwe yên taybet an jî berjewendiyên şêniyên girêdayî wê bikar bîne. Her wiha nabe şêniyên herêmên bin serweriya xwe, yan jî berhemên binerd ji bo berjewendiyên xwe yan ji bo berjewendiyên şêniyên girêdayî xwe bi kar bîne.

Parêzer Israfîl Bekir Mistefa di hevdîtinekê de li gel ajansa me dibêje tevahiya madeyên peymanên girêdayî mafên mirovan di rewşên şer û dagirkeriyê de hatine morkirin tekez dikin ku Tirkiyê qanûn û peymanên NY`î yên navdewletî û Dekleresyona Cîhanî ya Mafên Mirovan binpê dike.

Mistefa destnîşan kir ku Tirkiyê sedema girêkbûna aloziya Sûriyê û wêranbûna binesaziya beşên ji Sûriyê ye. ji Cerablusê bigire heya Efrînê. Tirkiyê bi vê yekê biryara NY`î ya 2254 a Tebaxa 2015`an girêdayî çareseriya siyasî ya Sûriyê binpê dike.

Têkildarî lêkirina dîwarê Mistefa got: "Lêkirina dîwarê ji bo qutkirina Efrînê ji Sûriyê ji qanûnên navdewletî re binpêkirinek e. Kiryarên Tirkiyê li ser qada qanûnî qedexekirîne."

Mistefa vîna gelên ku li dijî siyasetên parçekirinê û qirkirinê li ber xwe didin bi bîr xist û got: "Heman dewletên komploger li dijî gelê Sûriyê, Almanya bi riya lêkirina dîwarê Berlîn dabeş kir lê dîwar li hember vîna gel li berxwe neda û hilweşî."

Mistefa wiha temam kir: "Kiryarên Tirkiyê dighêjin asta sûcên şer li dijî mirovahiyê. Tevî van binpêkirinan hemû, lê civaka navdewletî bêdeng e û li hember binpêkirina peymana Dekleresyona  Cîhanî ya Mafên Mirovan û peymana NY`î ji hêla Tirkiyê ve xemsar e. Ev bêdengî isbat dike ku ew di komployê de şirîk e."

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de piştî êrîşên bi balafirên şer û topavêjan dagir kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din