`Tirkiyê bi sûcên xwe ewlehiya navdewletî dixe xeteriyê`

Hiqûqnas Mihemed Emîn El-Naîmî diyar kir ku dewleta Tirk bi sûcên xwe ewlehî û aştiya navdewletî dixe xeteriyê. Lewra divê civaka navdewletî  îdianameyekê li dijî wê lii dadgeha navdewletî ya cezayan veke.

Dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiyeke navdewletî de asta êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye. Ji dema destpêka êrişên xwe yên li dijî Efrînê û dagirkirina wê ve sînaryoyên kuştin, koçberkirin, îşkencekirin, revandin û destavêtin li dijî pêkhateyên herêmê didomînin.

Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker di salên dawîn de pêk anîne têrê dikin ku bikeve lîsteyên mezintirîn dewletên sûcdar û li dadgeha navdewletî ya cezayan de bi awayekî eşkere were tewanbarkirin.

Hiqûqnas Mihemed Emîn El-Naîmî got: “Tevahî peyman û qanûnên navdewletî sûcên dewleta Tirk a dagirker weke sûcên ku qanûna navdewletî ceza dikin (mîna sûcên li dijî mirovahiyê, qirkirina komî, sûcên li dijî kesayetên çandî, wêrankirina milkan û cihên dîrokî) tên hesibandin. “

Dewleta Tirk a dagirker tu sûcek nehişt û li dijî herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê pêk neanî. Milkên giştî û taybet wêran kirin, binesaziya civaka sivîl, zevî, dar û kevir jî xirab kir. Sûcên kuştin, revandin, destavêtin û diziya endamên laşên mirovan pêk tîne. Tirkiyê bi vê yekê tevahiya rêgezên qanûna navdewletî, peymana mafên sivîl, siyasî, çandî, aborî û civakî ya sala 1966`an, pergala Roma ya bingehîn an jî lihevkirinên navdewletî jê lihevkirina qedexeya bikaranîna çekên qedexekirî binpê dike.

Di 23'yê Hezîranê de bi balafireke bi çek a bê mirov li gundê Helîncê yê Kobanê malek kir hedef. Di encamê de 3 jin şehîd bûn; du endamên Koordînasyona Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û xwediya male Emîne Mihemed Weysî. Ji bilî van sûcan bi awayekî domdarê zeviyên çandiniyên dişewitînin.

'DAGIRKIRINA EFRÎNÊ BI XWE SÛCEK E'

Hiqûqnas Mihemed El-Naîmî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rêzesûcan li dijî gelên herêmê pêk tîne û got: “Dagirkirina Efrînê bi xwe sûcek e.”

El-Naîmî destnîşan kir mudaxeleyên Tirkiyê yên di kar û barên dewletên cîranê sûcek e û qanûna navdewletî wê sûcê ceza dike.

El-Naîmî di nav gotinên xwe de bibîr xist ku dîwara ku Tirkiyê niha di navbera herêmên dagirkirî û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê dike bi xwe sûcek e. Ji ber ku ev dîwar bi biryara Tirkiyê tê lêkirin ne li gorî lihevkirinek yan jî biryarek navneteweyî ye û got: “Tirkiyê dema êrişî herêmê dike, dîwarê radike. Mîna ku axa Sûriyê ji bo dewleta Tirk weke mezra ye. Ev yek li gorî qanûnên navdewletî nayê qebûlkirin.”

El-Naîmî wiha domadn: "Li gorî qanûnên navdewletî divê tevahî rayedarên hikumeta Tirkiyê ji serokê dewletê bigire heya serokê istixbaratê, wezîrê berevanî, serokê desteya erkan, wezîrên derve û hundirîn, her kesê ku destê wê di sûcan de heye sewqî dadgeha cînayatan a navnetewî werin kirin. Ji bo vê divê dozeke navdewletî ji aliyê cîgirê giştî yên navnetewî yê di dadgeha cînayetan de were vekirin. Evanan divê tawîz bikin, werin girtin û ji karên xwe werin dûrxistin. Heger heta niha dozeke giştî li djiî dewleta Tirk nehatiye vekirin ev nayê wateya ku ji qanûnê dûr e û dê di dada navdewletî de neyê cezakirin. Lê zû an dereng dê cezayê xwe bistîne. "

TIRKIYÊ LI DIJÎ HEVPEYMANA NY Û RÊXISTINA CÎHANÎ YA MAFÊN MICROVAN DISEKINE

El-Neîmî anî ziman ku li gorî madeya 9 û madeya 15 a qanûna Roma sûcên dewleta Tirk weke sûcên navdewletî têne sinifandin. Ji ber wê divê were cezakirin ji ber ku li dijî civaka navdewletî ne."

Derheqê sûên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê, Kurdistanê û welatên ereban têne kirin de El-Naîmî ev tişt got: "Ev sûc li djiî peyamên NY'yê ne, her wiha piransîpên ewlehî û aştiya navdewletî dixin xeteriyê ku bingehên peyama Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945'an. Binpêkirina va pransîpan peymana NY'yê vala derdixîne. Pêkanîna mîna van sûcan li djiî peyama NY û rêxistinên cîhanî yên mafên mirovan û civaka navdewletî ne."

El-Neîmî diyar kir ku kêmaniyeke mezin a civaka navdewletî heye ku nayê qebûlirin, ev kêmanî sîstema global binpê dike û got: "Heger civaka navdewletî di demeke nêzî de gav neavêje dê tevliheviyeke mezin li ser asta cîhanê çêbibe. Wê çaxê dê sedemên hebûna NY`ê nemînin, ji ber NY`ê ji bo parastina ewlehî û aşîtiya navdewletî hatiye avakirin."

Hiqûqnas Mihemed kesên ji ber binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ziyan dîtine  çi madî be an manewî be dikarin dozgerê navdewletî agahdar bikin, dozger jî ji aliyê xwe ve bi rêya komîteyên lêpirîna rastiyan û rêxistinan dikare doze bide tevgerkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din