Tirkiyê careke din gef li rejîma Sûriyê xwar

Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Fûad Aktay careke din gef li hêzên rejîmê xwar ku eger heta beriya dawiya vê mehê venekişe pişt nuqteyên çavdêriya Tirkiyê, dê li hember wan çek bi kar bîne.

Aktay îro bi daxuyaniyên çapemeniyê got di hevdîtinên veşartî yên di navbera Rûsya û Tirkiyê yên di vê dawiyê de, Enqere'yê helwesta ya di der barê rewşa Idlibê de bi zelalî bi Rûsya'yê re parvekiriye. 

Aktay gefên xwe yên bikaranîna çek li dijî hêzên rejîmê eger ji herêmê heta dawiyê mehê venekişin, nû kirin.

Tevî gefên Tirkiyê û şandina karwanên leşkerî jî, pêşketina hêzên rejîmê li gundewarên Idlib û Helebê dewam dike. Hemwextî şerên giran, rejîmê îro ewlekirina derdora rêya navdewletî M5 temam kir.

Piştî pêşketina rejîmê bi destekdayîna Rûsya û kuştina leşkerên Tirk, rageşiya di navbera hêzên rejîmê û artêşa Tirk de zêde bû.

 )cx)


Mijarên Din