Tirkiyê û çeteyên Tehrîr El-Şam li hev civiyan

Hate diyarkirin rayedarên Tirk du civîn li dar xistin. Yek bi aliyên navên opozisyona li Idlibê li xwe dikin re û ya din bi çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam re. Tirkiyê tekez kir ku artêşa wê dê ji Idlibê dernekeve. Çeteyan, kesên li dijî rejîma Tirkiyê derketin, wan wekî sîxurên rejîmê û Rûsya bi nav kirin û îdîa kirin ku li dijî hêzên rejîmê amadekariyên oparasyoneke leşkerî dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane Çavdêriya Mafên Mirovan a her du civîn  duh roja Çarşemê ber êvarê bi rêve  çû. Civîna di navbera rayedarên Tirkiyê û oparasyonên leşkerî, sivîl, siyasî û aborî de li herêmê Bab El-Hewa ya li ser sînorê Lîwaa Îskenderon bi rê ve çû.

Civîna duyemîn di navbera heman oprasyonan û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam(Cebhet Nusra ya berê) de ku Colanî yê bi eslê xwe ereb e nûnertiya wan dike, bi rê ve çû.

Çavkaniyan diyar kirin ku Tirkiyê angaşt dike ku dê rêya M4 û M5`an veneke, di heman demê de tekez kir ku artêşê wan dê li Idlibê bimîn û hebûna bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye.

Tirkiyê îdîa kir ku ti hevpeyman di navbera Enqera û Moskowê de tineye ku ku ji herêmên diyarkirî yên li Idlibê vekişin û radestî Rûsiyayê bikin.

Îdîaya Tirkiyê bi nakok e û destekdayîna ji çeteyan re piştrast kir, lê têkildarî hebûna çeteyan li Idlibê ew agahdar kir û gotin ew bi israra li dijî pêngava ku Rûsya bi rê ve dibe ve, girêdayî ye.

Di civîna duyemîn de çeteyên Tehrîr El-Şam gotin, kesên li dijî rejîma Tirkiyê û li dijî wê wan derketine, sîxurên rejîm û Rûsyayê ne û îdaî kirin ku amadekariyên oparasyonên leşkerî yên li dijî hêzên rejîmê dikin.

Çavkaniyan diyar kirin ku hevpeyman di navbera Rûsya û Tirkiyê de der barê rakirina Heyet Tehrîr El-Şam, hikumeta Enqaz û lazwazkirina rejîmê ji serweriya rêya bazirganiyê ya ku di Idlibê û derdora wê re derbas dibe, heye.

Çavkaniyan wiha li daneyên xwe zêde kir, çeteyên Tehrîr El-Şam dê ji nuqteyên nêzî rêya navdewletî ku Şam û Helebê digihîne hev venekişin, di heman demê de hêzên rejîmê ji amadekariyên leşkerî, hêzên xwe li Helebê xurt dike.

Çavkaniyan agirbesta nû ya yekalî wekî agirbesta Rûsya ji Enqerayê re ye, da ku şertên xwe pêk hatiye û dê di van du rojan de bi dawî bibe.

(eh)


Mijarên Din