Tirkiyê û çeteyên wê bê navber gundên Girê Spî topbaran kirin

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê şeva berê kemîn li ser rêya M4 vegirt û êrişî gundê Belûnê yê girêdayî Girê Spî kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şeva berê kemîn li ser rêya M4 vegirt û êrişî gundê Belûnê kir. Her wiha QSD’ê di çarçoveya xweparastinê de bersiv da wan êrişan. Di encamê de serçeteyê bi navê Elaî Idlibê û 5 çete din hatin kuştin.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê ve gundê Hoşan û rêya M4, gundên Qizelî, Korhesen û Silîp ên girêdayî Girê Spî topbaran kirin.

ANHA


Mijarên Din