`Tirkiyê dixwaze rûreşiya xwe bi kirîna rojnamevanên spanî û amerîkî spî bike`

Piştî derbasbûna 3 salan di ser dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, desthilata Tirk hinek rojnameyên cîhanî îqna kirin û derbasî Efrînê kirin da ku ew rojname buyerên ku rû dane û rastiya ku tê jiyîn, berovajî bikin û rûreşiya dagirkeriya Tirk binixumînin.

Komek rojnamevan bi koordîneya dewleta Tirk a dagirker di 2'yê Sibata îsal de derbasî kantona Efrînê ya dagirkirî bû. Di nav de wênegir û nûçegihanên rojname û dezgehên çapemeniyê yên Spanya û yên cîhanê hebûn. Dewleta Tirk a dagirker bernameya serdana cihên diyar, amade kir.

Nûçegihanê rojnameya El-Mundo ya Spanyayê yek ji wan kesan bû ku ketibû nava bajarê Efrînê yê dagirkirî. Rojname bi alîgiriya xwe ya ji partiyên rastgir re û parastina çîna desthilatdar re nexasim Partiya Gel a Spanyayê ya muhafizker tê naskirin ku parastina berjewendiyên monarşiya Spanyayê dike. Rojnamevan Angel Rivera di raporekê de wiha li ser rojnameyê axivî: "Rojnameyeke ku kesên xwedî her tiştî ne, diparêze.”

El-Mundo di 7`ê Sibatê de rapora xwe ya yekemîn a li ser rewşa bajêr li gel belavbûna Covid-19 amade kiribû, weşand. Rojnamevan bi şêniyên ji Idlib, Hums û bajarên din re hevpeyvînan çêdike bêyî ku ji xwe bipirse ka çi bi serê niştecihên resen ên van xaniyan hatiye. Li gorî hinek çavkaniyan, artêşa Tirk rojnamevan birine malên hin malbatên Kurd ên mayî û ji wan re gotine ku ew şandeyek amerîkî ye.

DEREW, BEROVAJÎKIRINA RASTIYAN

Di rapora ku ji pîşekarî û nealîgiriyê dûr e de, tenê behsa nêrîna fermî ya dewleta Tirk tê kirin. Rojnamevan balê dikişîne ser teqînên ku li bajêr rû dane û Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) pê tawanbar dike, bêyî ku tu belge yan jî delîlan nîşan bide. Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîne paşguh dike. Nûçegihan, YPG'ê sûcdar dike ku mezintirîn teqîna ku li Efrînê pêk hatiye û di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin, pêk aniye. Her wiha cesaret dike ku bêje, odayên nexweşxaneyên bajêr ên ku dewleta Tirk amade kirine, li şûna nexweşên vîrusa koronayê bi birîndarên teqînê tijî bûn.

Di gotarê de behsa bi sedan sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jin û sivîlan nayê kirin, behsa kesên ku hatine revandin neyê kirin ku rêxistinên hiqûqî yên cîhanê û yên herêmî belge kirine. Rojnamevan tenê hewl dide rûyên dewleta Tirk a dagirker spî bike û dagirkirina bajêr rewa bike. Ji wê zêdetir rastiyan berovajî dike.

Rojnameya The New York Times ya Amerîkayê jî rapora nûçegihana xwe ya ku derbasî Efrînê bûbû, weşand. Ji pêşgotina raporê, niyetên veşartî diyar dibin. Nûçegihana The New York Times wiha nivîsand: “Tirkiyê li ser erdê yekane hêza navneteweyî ye ku derdora 5 mîlyon sivîlên koçber û bêparastin diparêze. Îro leşkerên Tirk pêşî li komkujiyeke muhtemel ji hêla hêzên Beşar Esed û hevalbendên wê Rûs ve digirin."

Nûçegihana amerîkî mîna nûçegihanê spanî dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve rewa kir û behsa destkeftiyên ku dewleta Tirk di warên binesazî, perwerde û tenduristiyê de bi dest xistine, kirin. Lê behsa wêraniya ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye û wêrankirina hawîrdorê, piştî qutkirina zêdetirî hezar û 200 darên zeytûnan (li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê) nekir.

BERTEKÊN BIHÊRS

Weşandina van raporan rê li ber pêla hêrsê li ser medyaya civakî di navbera Kurdan û yên din de vekir ku gelek rojnamevan raporên ku rastiyê zelal dikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê pêk anîne, biweşînin.

Rojnamevanê îsraîlî Seth Franzmann di gotareke xwe de ku rojnameya The Jerusalem Post roja 17 'ê Sibatê weşandiye, bersiva raporê da û raporên Rêxistina Efû ya Navnetewî û Rêxistina Mafên Mirovan di rapora xwe de wek şahid bi kar anîn. Franzmann da xuyakirin ku rojname "dagirkeriya leşkerî ya Tirk a li ser Efrînê û qirkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd rewa dike". Rojnamevan ji ber tunebûna nêrîna aliyê din di rapora New York Timesê de matmayî ma, ku wê gelek nakokiyên din jî şopandiye û nêrînên her du aliyên nakok girtine. Lê dema mijar bû Efrîn, xuya dibe ku ew tenê deng dide rayedarên dewleta Tirk a dagirker û alîgirên Enqereyê.

Franzmann da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmê biguhere û got: "Derxistina Kurd û êzidiyan ji Efrînê û bicihkirina şêniyên bajarên Sûriyê yên din li şûna wan,  gelekî dişibe tiştên ku rejîma Nazî ya Elman pêk aniye, dema ku herêmên rojhilatê Ewropayê dagir kirin. Wê demê naziyan piştî ku gelê resen ên wan herêman koçber kirin, naziyên din li şûna wan bi cih kirin."

Di heman çarçoveyê de rojnamevanê spanî Carlos Zorutoza di 24 'ê Sibatê de di rojnameya Gara ya Baskê de bi belavkirina raporekê bi navnîşan “Hêrsa Kurd piştî rûspîkirina dagirkeriya Tirk li Efrînê” bersiva her du nivîsan da.

Zorutoza li ser surprîza ku dewleta Tirk ji bo analîzvan, rojnamevan û çalakvanên li cîhanê çi yên Kurd an jî yên din, amade kiriye û got: “Rojnamevanên li seranserî cîhanê, çawa xwe gihandin herêmên di bin kontrola milîsên Îslamî de û vê yekê bala min kişand. Lê beriya her tiştî, alîgiriya ji bo tirkan a herî balkêş bû.” Zorutoza twîttên rojnamevanên spanî, kurdên li Ewropayê bi bîr xistin ku bi tundî xebatên her du rojnameyan û şopandina nepîşekarî û ya alîgirê dewleta Tirk rexne kirin.

Piştî derbasbûna rojnamevanan ji herêmê re, ev raporên yekemîn in ku tên belavkirin. Tê payîn ku raporên din girêdayî mijarên cuda werin weşandin. Li gorî bernameya serdanê ku me ji çavkaniyên pêbawer bidest xistiye, ev serdan li ser bingeha tawanên li dijî dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê ji hêla rêxistinên hiqûqî yên cîhanê ve, pêk hat. Lê raporek berovajî bûyerên ku li Efrînê rû didin hat weşandin.  Rojnameya amerîkî ev yek piştrast kir: "Çawa dewleta Tirk bajar nûjen kir, rewşa jiyanî ya şêniyan pêş xist piştî ku dirava xwe derbasî herêmê kir, çawa kehrebe gihand herêmê û çawa rêxistinên xêrxwaziyê yên Tirk alîkariya şêniyan dikin."

Li gorî analîzvanan, sedema sereke ya serdanê ku dewleta Tirk rê da rojnamevanan ku piştî 3 salan derbasî herêmê bibin, ew e ku dewleta Tirk dixwaze sûcên xwe veşêre ku girîngtirîn rêxistinên têkildarî sûcên şer li herêmên nakok belge kirine. Her wiha dixwaze xuyanga xwe li hemberî rojnamevanan baş bike, piştî ku Rêxistina Nûçegihanên BêSînor a Navneteweyî wê wekî dewleta herî zêde ku azadiya rojnamegeriyê û rojnamevanan binpê dike, bi nav kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din