‘Tirkiyê hewl dide bi stratejiyek nû herêmê dagir bike‘

Endama Desteya Niştîmanî ya Ereb diyar kir ku Tirkiyê hewl dide bi stratejiyek nû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Nerazîbûnên girêdayî avakirina herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sponseriya Tirkiyê berdewam in. Tevahiya pêkhateyên herêmê tevî rêxistinên siyasî, sivîl û civakî dibêjin Tirkiyê ewlehiya herêmê tehdîd dike û nabe çavdêriya herêmê bike.

Girêdayî wê endama Desteya Niştîmanî ya Ereb Huda El-Nedas diyar kir ku gelê Sûriyê ne bi hewcedariya herêma ewle ye ya ku Tirkiyê îdiaya wê dike û got: "Tirkiyê şer û wêranî anî herêmê û gelê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên wê. Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve gefan li herêmê dixwe û gelê Sûriyê li hemberî gefên wan li ber xwe dide."

Huda El-Nedas destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide herêmê bi rêya stratejiyek nû dagir bike yanî herêma ewle. Tirkiyê bi vê yekê armanc dike ku gelên herêmê tehekum bike û wiha domand: "Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe, herêmên xwe ji êrîşên ku hebûna wan dike hedef diparêzin."

Huda El-Nedas gefên dagirkeriya Tirk ên domdar li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kir ku ew ji ber binketa xwe ji aliyê siyasî û leşkerî ve wan gefan dixwe.

Huda El-Nedas balkişand ser ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê balder bin, ji ber ku xwedî hêzek li ser erdê û ji tevahiya aliyan ve çalak e. Gelê herêmê bi hevgirtina xwe di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhhilatê Sûriyê ve tune kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din