‘Tirkiyê hewl dide projeyên Osmaniyan li herêmê pêk bîne’

Siyasetmedarên Serêkaniyê diyar kirin ku armanca dewleta Tirkiyê ji avakirina herêma ewle li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirin e û teqez kirin ku herêma ewle divê di bin banê navdewletî de be. 

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayî hewl dide destwerdanê bike, ew yek bi rêya şandina komên çete ji bo dagirkirina herêmê û dagirkirina kantona Efrînê pêk hat, yek ji hincetên dagirkirina herêmê avakirina herêmeke ku îda dike "bi ewle". Der barê mijarê de siyasetmedarên bajarê Serêkaniyê destnîşan kirin ku herêma bi navê ewle ji bo dagirkirinê ye û mezinkirina siyaseta dewleta Osmaniyan e.

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê li herêma Serêkaniyê Xorxîn Hemze Mîran wiha got: "Dema ku dewleta Tirkiyê di pêkanîna armancên xwe li herêmê de bi binket, dest bi lêgerîna hincetên dagirkirina herêmê kir."

Mîran diyar kir ku ew van projeyên ku armanc dikin Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin, red dikin, ji ber dewleta Tirkiyê piştgiriya komên çete dike.

Xorxîn Mîran destnîşan kir ku herêma ewle divê di bin çavdêriya navnetewî de be û wiha dewam kir: "Herêma ku dewleta Tirk a dagirker behsa wê dike, divê li Tirkiyê bê ava kirin, ji ber ew dewleta yekemîn ku alîkariya terorê dike û cûdahiyê dixe navbera pêkhateyan."

Xorxîn bal kişand ser parêzvanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina çeteyên DAIŞ`ê û wiha got: "Rola herî mezin di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, YPJ, û YPG û QSD`ê ye, ji ber wan di parastina van xakan de her tişt dan."

Endamê komîteya navendî yê partiya Pêşverû Kurd li Sûriyê ya herêma Serêkaniyê Xorxîn Hemze Mîran di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em dikarin parastina herêm û sînorê xwe ji gefxwarinên Tirkiyê bikin, ew jî bi rêya hevgirtina pêkhateyên herêmê."

‘Divê hemû partiyên siyasî li pêşiya dagirker bibin yek’

Çalakvanê siyasî Mihemed Cezai diyar kir ku armanca Tirkiyê ji van planan, dagirkirina herêmê û pêkanîna projeya dewleta Osmaniyan e.

Mihemed wiha got: "Tirkiyê ji demokrasî û projeya biratiya gelan ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye ditirse, ji ber vê yekê dixwaze vê projeyê têk bibe."

Cezai di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyên li herêmê û partiyên siyasî kir ku bibin yek û sînorekî ji dawîbûna binpêkirinên dewleta Tirkiyê û kiryarên wê re deyne û wiha got: "Divê hemû pêkhate û partiyên siyasî hevgirtina xwe çêbikin û li pêşiya dagirker bisekinin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din