‘Tirkiyê hewldana tevliheviyê dike’

Li dijî gefên dewleta Tirk ku hewldana têkbirina ewlehiya herêmê dike, çalakiyên mertalên zindî li bajarê Serêkaniyê yê herêma Cizîrê di roja xwe ya 16`mîn de ne. Çalakgeran îşaret bi berxwedanê kir.

Li dijî domdariya gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêniyên herêma Cizîrê herikîn bin konê çalakiyên mertalên zindî. Konê çalakiyên mertalên zindî li bajarê Serêkaniyê hatiye vegirtin û di roja xwe ya 16`mîn de ye.

Nûçegihanên ajansa ANHA`yê hevdîtin bi çalakvan Luqman Îsa re kir. Luqman Îsa wiha axivî: "Ji bin vî konî em dibêjin; li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi israr in."

Îsa têkildarî gefên Tirkiyê wiha got: "Gefên Tirkiyê ne tiştekî nû ye, dewleta Tirk hewl dide metirsiyê di nav sivîlan de çêke, her wiha ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, wekî ku tê zanîn piştî gefên li ser herêmên me çeteyên DAIŞ`ê ji nû ve zindî bûn."

Luqman Îsa di dawiya axaftina xwe de got: "YPG, YPJ û QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ku gef li mirovahiyê dixwarin, şer kir û têk birin, niha jî berpirsyariya şêniyên vê herêmê dikeve  ser milê dewletan."

(eh)

ANHA


Mijarên Din