Tirkiyê ji bo nîqaşkirina ‘herêma ewle’ ji DYA’yê daxwaza şandeyeke leşkerî kir

Enqereyê ragihand ku bi Washingtonê re der barê şandina şandeyeke leşkerî ya DYA’yê jê re ya lezgîn da ku li ser herêma bi navê ‘herêma ewle’ ya li Sûriyê bê avakirin, nîqaş bikin. Ew daxwaz jî piştî nakokiyên diyalogên ku di navbera wan de hatine cemidandin, derket.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku wezîrê parastinê Hulusî Akar bi wezîrê parastinê yê DYA’yê re der barê şandina şandeyeke leşkerî ya DYA’yê ji Enqereyê re bi awayekî lezgîn di hefteya bê de, da ku lêkolînê li ser avakirina "herêma ewle" li Sûriyê pêk bînin, li hev kir.

Akar hevalbendê xwe yê DYA’yê roja înê bi rêya telefonê der barê kirîna Tirkiyê ya mûşekên S-400 ên pergela parastina asîmanî ya Rûsyayê de agahdar kir û ev jî ne ku tê wateya Enqereyê perspektîfên xwe yên stratejîk guhartine û got girêbest pêwîst bû.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê li ser zimanê Akar got Enqere hê jî pêşana kirîna pergala parastinê ya asîmanî ya DYA’yê Patriot de li ser a xwe ye û nakokiyên têkiliyên dualî li berjewendiyên her du welatan nayên.

Li aliyekî din jî raporên çapemeniyê diyar kir serokê DYA’yê Donald Trump gelek dewletên Ewropayê îqna kirine ku hêzên xwe bişînin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev jî çavdêran da zanîn ku amadekariyên navdewletî yên nû der barê bidawîkirina berjewendiyên Tirkiyê li Sûriyê ne. Her wiha çavdêran tekez kir ev amadekarî wek bidawîkirina plana herêma ewle ye.

Çavkaniyên şopdarên diyalogên DYA û Tirkiyê ji malpera Monitor a DYA’yê beriya çend rojan ragihand ku "herêma ewle miriye."

Ew jî bi serdanên şandeyên rojava û Kendavê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û ragihandina piştevaniya bênavber a arambûnê te de hat.

Van pêketinan jî Tirkiyê di nav de jî gefên DYA’yê re bi fikar kir. Ji lew re diyar e nameyên erênî ji Washingtonê re şandin.

(fr)


Mijarên Din