Tirkiyê ji El-Camiya El-Erebiyê dixwaza nijadperestiyê li dijî Kurd li Sûriyê bike

Piştî Sekreterê Giştî yê El-Camiya El-Erebiyê Ehmed Ebû El-Xaeyt gotibû ku, êrîşên dewleta Tirk gefan li ser jînosîdkirina Kurd dixwe, dewleta Tirk agahî belavkirin û gotin bila El-Camiya El-Erebiyê parastina Erebên Sûrî bike, ev yek jî zelal destnîşan dike ku zihniyeta dewleta Tirk daxwaza nijadperestiyê li dijî Kurd dike.

Sekreterê Giştî yê El-Camiya El-Erebiyê Ehmed Ebû-El-Xaeyt, îro di axaftina xwe ya civîna awarte ya wezîrên derve ya erebî de, êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê wek”Êrîşên dijberî ye û dagirkeriyeke qirêj eû talankirin bi nav kir.

Ebû El-Xaeyt her wiha daxwaz kiribû ku, helwesteke navnetewî berpirs li hemberî êrîşên dijberî yên Tirkiyê bê girtin, ku dê gelek karesatan li herêmê li paş xwe bihêle, gefa jînosîdê li ser Kurd dixwe û bi anîna penaberan re dê li herêmê guhertineke demografî, çêbike.

Dewleta Tirk a dagirker li ser zimanê berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aqsoy, bersiva sekreterê Giştî yê El-Camiya Dewletên Erebî da û hişmendiya şofînî nîşan da û daxwaz ji Ebû El-Xaeyt kir ku parastina “Erebên Sûriyê” bikin. Di vê daxwazê de jî siyaseta nijadperestiya Tirkiyê li dijî Kurd diyar dibe. Aqso her wiha îdîa kir ku Kurd hewil didin parçebûnê pêk bînin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din