Tirkiyê ji nû ve gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar

Dewleta Tirk a dagirker li ser zimanê wezîrê karê derve Mevlut Çavuşoglu herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê şêniyên wê ve tê revebirin, gefa dagirkirinê xwar. 

Piştî diyalogên di navbera nûnerên Emerîkayê û Tirkiyê yên 3 rojan li Enqereyê derbrê rewşên Sûriyê de dom kirin, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro di kongreyeke çapemeniyê de got ku welatî wî derheqê herêma “ewle” ya li Sûriyê bi DYE’yê re negihişt tu encaman.

Çavuşoglu diyar kir ku pêşniyarên Emerîkayê di vî warê de ne li gor Tirkiyê ne û lê zêde kir ku divê ew derbarê herêma “ewle” de bigihîjin lihevkirinekê. Êdî sebra wan nema. Heke negihiştin tu encamê dê tiştê bê xwestin bikin.

Li gor Reutersê, Çavuşoglu anî ziman ku Enqere û Washington li ser kûrahiya herêma “ewle” ya li Sûriyê li hev nekiriye û ne jî derbarê aliyê serweriyê lê bike jî.

Tirkiye israr dike ku hegemoniyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike da ku tevlî Tirkiyê bike. Îdeolojiya AKP’ê bi serkêşiya Erdogan vê herêmê weke xaka ku ji Tirkiyê ji peymana Lozanê ve piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hatiye qutkirin, dibîne. Di herêma “ewle” de jî pêkanîna xewna xwe raber dike. Ji lewre hebûna hêzên navdewletî li vê herêmê red dike, ji ber qedexe dike ku Tirkiyê armancên xwe pêk bîne.

Çavdêr dibînin ku Tirkiyê bi tena xwe beyî lihevkirina navneteweyî nikare serweriya vê herêmê bike. Ev jî li Efrînê, di dema Rûsya derfeta hewayî li pêş balafirên Tirkiyê ya êrîşkirina li Efrînê vekir de û deriyê sînor ê bejhaî di nava çavgirtina DYE’yê û civaka navdewletî li ser êrîş û komkujiyan hatin girtin de, diyarker bû.

(fr)


Mijarên Din