Tirkiyê keştiyeke din a lêgerîna petrolê dişîne Qibrisê

Desthilata Tirkiyê, piştî israra der barê lêkolîn û lêgerîna li neft û gazê li hemberî peravên Qibrisê ya li Deryaya Spî, tevî hişyara Ewropa û Amerîkayê keştiyeke din jî dişîne Qibrisê.

Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez got di nava hefteyekê de dê keştiya kolanê ya duyemîn li rojhilatê Deryaya Spî dest bi lêgerîna neft û gaza xwezayî bike. Tê zanîn ku dibe ev gav aloziyê di têkiliyên bi Qibrisê re yên der barê mafên kolandinê de derxe.

Berê jî keştiyeke Tirkiyê li hemberî peravên Qibrisê hebû û Qibrisê di Hezîranê de biryara binçavkirina xebatkarên wê da.

Têkildarî mijarê dezgehên çapemeniya Tirkiyê li ser zimanê Donmez ragihand ku keştiya kolandinê ya duyemîn (Yavuz), niha li bendera Mêrsînê ye û li benda lêkolînên dawî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha Gulanê de Yekitiya Ewropayê (YE) Tirkiye der barê israra di lêkolîna neft û gaza li Qibrisê de hişyar kir û ev gav wek gaveke neqanûnî bi nav kir û got ew ê bersiveke guncaw bide.

Tirkiyê jî israra xwe ji bo lêgerîn û lêkolîna li neft û gazê heta meha Îlonê ragihand. Dezgehên çapemeniya Qibrisê jî diyar kir ku ew derbasî herêma aborî ya Qibrisê dibin.

Her wiha wezîra karên derve ya YE’yê Federica Morgherini got wezîrên karên derve yên yekitiyê (28) desteka ji bo Qibrisê dubare dikin.

Hikumeta Qibrisê ya ku di aliyê navneteweyî de tê naskirin, tenê serweriya beşa başûr a giravê dike. Berê Qibrisê hevpeyman bi şîrketên cîhanê yên mezin re wekî yên Îtalya, Frans û Amerîkayê re der barê lêkolînkirina petrolê de mohr kirin.

(eh)

 


Mijarên Din