Tirkiyê li herderî li dijî demokrasiyê şer dike

Endamên saziyên sivîl ên kantona Girê Spî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kayûma ku dewleta Tirk daniye ser şaredariyê Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. Endamam got: “Tirkiye li herderî li dijî demokrasiyê şer dike. Em bi projeya demokratîk a ku Tirkiyê dijminatiya wê dike ve, girêdayî ne.”

Endamên saziyên sivîl ên kantona Girê Spî gef û binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, dûrxistina hevserokên şaredariyan, destgîrkirina bi dehan sivîlan şermezar kirin. Her wiha  gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin.

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya kantona Girê Spî Şêx Elî Osman gefên Tirkiyê yên li dijî Girê Spî şermezar kirin û wiha got: "Heta Tirkiye gefên xwe li ser xak û gelê me rawestîne, em ê li ber xwe bidin. Em bi azadî jiyan dikin û nûnertiya biratiya gelan dikin. Pêdiviya me bi Tirkiyê tune ye ku were û herêma “ewle” ava bike."

Osman diyar kir ku Tirkiye bi hinceta herêma “ewle” dixwaze ji nûve dewleta Osmanî vejîne û got: “Em gefên Tirkiyê red dikin.”

Osman bal kişand ser kiryarên Tirkiyê yên hovane yên li dijî gelê Bakurê Kurdistanê ji girtin, lêdan û dûrxistina hevserokên şaredariyan û wiha pê de çû: "Ev diyar dike ku Tirkiye nikare rûdanên hundirîn çareser bike. Çawa bi bihaneya parastina xakê dixwaze têkeve xaka me. Mijar ne avakirina herêma “ewle” ye weke ku Tirkiyê îdea dike. Tirkiye dixwaze têkeve Girê Spî da ku hebûna Kurd li ser erdê îmha bike. Nimûneya wê Efrînê li ber çavan e. Bi bihaneya ku Efrînê ji terorê rizgar bike, Efrîn dagir kir. Rojane li dijî şêniyan binpêkirinên ji revandin, kuştin, tecawîzkirin, birîna daran, koçberkirina bizorê û guhartina demografiyê didomîne."

Girêdayî mijarê Osman got: “Tirkiye dixwaze gelên li herêmê koçber bike. Em ax û doza xwe bernadin. Em ê ji bo yekîtiya tevahî pêkhateyên Ereb, Kurd, Aşûr, Ermen û Tirkmen bixebitin da ku li hember gefên Tirkiyê bisekinin.”

Berdevkê Komîteya Perwerdê ya kantona Girê Spî Emkîhan Hesen got: "Dema gefên Tirkiyê li ser van herêman dibînin, serweriya çeteyên DAIŞ’ê ya fireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bîra me. Bi hev ve girêdayî ne. Tu ferq û cudatî di navberê de tune ye. Hemû bi destê dewleta Tirkiyê bûn. Çeteyên DAIŞ’ê di dema komkujiyên li ser herêmê dikir, pişta xwe dida hevalbendê xwe, dewleta Tirk.”

Emkîhan bal kişand ser kayuma ku dewleta Tirk avêtiye ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê û wiha axivî: "Ji kengî ve Tirkiyê li gor demokrasiyê diçe heta ku niha bihêle şaredarî bi destê gelê Kurd bên vekirin û rêvebirin. Erdogan ji mêjde  şerê demokrasî û aştiyê dike. Nahêle têgeha demokrasiyê li bajarekî bê pêkanîn. Dê şerê her kesê ku banga azadî û demokrasiyê dike, bike.”

 Emkîhan wiha lê zêde kir: "Li rex van tiştan hemûyan, Tirkiyê şerê jinên ku daxwaza azadî û mafên demokratik dikin, dike.”

Ehkîhan got: “Li Girê Spî têgeha neteweya demokratîk tê meşandin. Li her saziyekê demokrasî heye. Tevahî pêkhate beşdarî vê pergalê bûne û gefên Tirkiyê jî hedefên wê binkeftina wê ye. Tirkiyê hincet û derewan dike da ku têkeve vê xakê. Lê tevahî dûrî rastiyê ne. Em gefê li ewlehiya tu kesî naxwin û ne jî gefê li Erdogan dixwin."

Berdevka Komîteya Perwerdê ya Girê Spî Emkîhan Hesen gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Armanca Tirkiyê tevliheviya ewlehiya herêmê û çandina fîtneyan di navbera pêkhateyan de ye. Lê belê gelê herêmê êdî baş dizanin û hedefa Tirkiyê ji van siaysetan jî dinasin. Ji lew re gel bi yekitî, hêz û vîna xurt li hemberê disekine û mertalên zindî li ser sînor çêkirine."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din