`Tirkiyê li Rojhilata Navîn hevalbendên xwe winda dike’

Siyasetmedar Ridwan Agirî got di encama aloziya Tirkiyê ya hundirîn de û windakirina AKP`ê di hilbijartinên herêmî,  Tirkiyê tevahiya hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn winda kir. Agirî got  ji ber wê xewnên Tirkiyê yên berfirekirinê berbelav bûn.

Siyasetmedar Ridwan Agirî siyaseta Tirkiyê ya li herêmê û derbeyên dawîn ku li rûyê wê ketine nirxand.

Agirî di destpêka hevdîtinê de bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiyê û Rûsya de û got: "Piştî hilweşîna Yekîtiya Soviet, Rûsya hewl dide hêza xwe bi taybet ji aliyê aborî ve li Sûriyê vegerîne. Di van demên dawîn de Rûsya hewl dide hegomoniya xwe li herêmê bi riya AKP`ê ji nû ve vegerîne. Rûsya, Tirkiyê weke tiransît bi kar tîne."

Agirî destnîşan kir ku rêjîma Sûriyê û Îranê li ser êrîşkirina Idlibê û derxistina Idlibê ji bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) lihev kirine û wiha domand: "Lê xuyaye ku Rûsya wê êrîşê paşde dixe. Da ku berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re biparêze. Lê Tirkiyê nikarî El-Nusra iqna bike ku bê şer ji Idlibê derkeve û wê radestî Rêjîmê bike."

Di berdewama hevdîtinê de Agirî destnîşan kir ku pêşketina têkiliyan di navbera Rûsya û Tirkiyê de bi nakokiyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de ve girêdayî ye. Agirî axaftinên xwe wiha domand: “Rûsya hewl dide Tirkiyê bi riya peymana kirîna S400 ji NATO`yê dûr bixe û NATO`yê bi vê yekê parçe bike. Êrîşên Îsraîlê li dijî nuqteyên Îranê li Sûriyê bi koordîneya Rûsyayê pêk tên. Li gorî rojnameyek Israîlî Rûsya cihê nuqteyên Îranê li Sûriyê dide Israîlê. Rûsya bi vê yekê dixwaze rola Îranê li herêmê kêm bike.”

‘Di pêşerojê de Tirkiyê wê aliyê herî xisarkirî be’

Agirî got Tirkiyê hevalbendên xwe li Rojhilata Navîn winda dike û wiha pê de çû: "Tirkiyê ixwanên mîna Umer El-Beşîr li Sûdanê, Tunis û Misirê winda kir. Her wiha li Lîbyayê piştî êrîşên Xelîfa Heftar li dijî komên ku Tirkiye desteka wan dike kêşeyan dikşîne. Hikumeta Tirkiyê niha tevî windakirina hilbijartinên herêmî aloziyek hundirîn dijî. Ev jî xewnên wê yên berfirehkirinê berbelav dike. Her wiha komên li Sûriyê ku Tirkiye desteka wan dike wê nikaribe biserkevin.”

Kî li paş bilindkirina asta êrîşên dawîn ên li dijî Helebê ye

Girêdayî êrîşên li dijî Helebê Agirî teqez kir ku Tirkiyê li paş êrîşên dawîn ên li dijî bajarê Helebê ye û wiha domand: "Da ku Tirkiye hegomonya xwe zêde bike heya bighêje projeya xwe ya Osmanî û Helebê dagir bike. Ew dizanin ku armanca Tirkiyê ne Efrîne. Tirkiye hewl dide hikuma ixwanî li tevahiya Sûriyê belav bike."

Agirî destnîşan kir ku Tirkiye wê ji her du aliyên Amerîkî û Rûsî zirar bibîne û got: "Tirkiye ji ber siyasetên xwe dê ji Amerîka û Rûsyayê zirar bibîne. Eger Tirkiye vegere hemêza Amrîkayê, wê Rûsya  tola xwe jê hilîne. Her wiha Amerîka jî dê tola xwe ji Tirkiyê rake eger têkiliyên xwe bi Rûsyayê zêdetirî rewşa heyî pêşbixe."

Agirî gotinên xwe wiha berdewam kir: "Tirkiye, Amerîka li ber du berbijarken hişt. Yan Tirkiyê yan jî YPG`ê. Lê  niha Amerîka ji Tirkiyê re dibêje yan ez yan jî Rûsya."

Di dawiyê de Agirî got Rûsya û rêjîma Sûriyê texmîn kirin ku dema Amerîka got ew ê ji Sûriyê vekişe, dê Rêveberiya Xweser zeîf bike û gotinên xwe bi dawî kir: “Hema yekser girêdayî pêwîstiya diyalogê pê re daxuyanî dan da ku şertên xwe li Rêveberiyê ferz bikin. Lê her duyan dema berovajî wê dîtin ji daxuyaniyên xwe paşde vekişîn.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din