Tirkiyê plana pevguhertina bi Qeterê re rakir 15 milyar dolarî

Dewleta Tirk da ku xwe ji qeyrana aborî rizgar bike, alîkariyê ji Qeterê dixwaze. Ew yek bi rêya zêdekirina dan û standinên bi Qeterê re pêk tê ku gihaşt 15 milyar dolarî.

Banka Navendî ya Tirkiyê îro da zanîn ku peymana pevguhartina bi pereyên Qeterê re bi sê qatan anku bi 15 milyar dolarî zêde kiriye.

Nirxê pereyê Tirkiyê di vê mehê de pir daket, bi wê re metirsiyên îstîsmarkirinê çêbûn. Li ser wê yekê berpirsyar hewl bidin ku fînansekirinê ji derve dabîn bikin.

Reutersê di hefteya borî de daxuyandibû ku berpirsên ji xezîneya Tirkiyê û banka navendî bi hempîşeyên xwe yên Qeter û Çînê re, zêdekirina xetên alternatîf ên heyî nîqaş kirin. Her wiha bi Brîtanya û Japonyayê re têkildarî derfetên peydakirina hêsankirinên bi wî rengî nîqaş kirin.

(fr)


Mijarên Din