Tirkiyê rojnamevanên berdayî dîsa girtin

Rêxistinên navneteweyî girtina rojnamevanên rojnameya Cumhuriyet a careke din ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve, wek tolhildana siyasî bi nav kir.

Malpera Monîtor a Amerîkayê ragihand ku desthilata Tirkiyê careke din 6 rojnamevan û karmendên ku di rojnameya Cumhuriyet a Tirkiyê de dixebitin, piştî serbestberdana wan, careke din girtin.

Hêjayî gotinê ye ku di Nîsana sala derbasbûyî de cezayê 8 salan ku bi tawana "terorîst in" û piştgiriya Fetullah Gulen dikin, der heqê 14 rojnamevanên rojnameya Cumhuriyetê de ku wek dengê muxalîfên li welêt tê naskirin, hate ragihandin. 

Rojnamevanên ku hatibûn girtin, dûre hatibûn serbestberdan.  Duh careke din dadgehê  biryara girtina karîkaturîstê rojnameya Cumhuriyet Musa Kart û 5 karmendên rojnameya Cumhuriyetê bi hinceta ku destekê didin rêxistinên terorîst, da.

Di vê derbarê de Rêxistina Sînornenas got girtina van rojnamevanan careke din, binpêkirina qanûnan e û tê de tolhildana siyasî diyar dibe.

Her wiha Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê got niha 133 rojnamevan û karmendên ragihandinê li Tirkiyê girtî ne.

(eh)


Mijarên Din