Tirkiyê sûcek nû yê şer pêk tîne

SOHR eşkere kir ku Tirkiyê bi dehan zarokên Sûriyê da ku li rex milîsên Wîfaq şerbikin, kirine leşker. Bi vê yekê Tirkiye protokolên mafên mirovan û qanûna navdewletî binpê dike.

Mudirê navendê SOHR Ramî Ebdulrehman di hevdîtinekê de bi Sky News Erebî re îro got: “Tirkiyê bi hîlebazî zarokên di bin 18 saliyê de îqna dike ji bo ku ji welatê xwe derkevin û li dijî Lîbyayê çek rabikin.”

Ebdulrehman axaftina xwe wiha domand: “Gelek zarok di bin 18 saliyê de ji Idlibê û gundewarê Helebê bi hinceta kar dikin Efrînê. Heta hinek jî bê agahiya dê û bavên xwe diçin. Piştre çeteyên Tirkiyê wan dikin leşker û dişînin Lîbyayê da ku li dijî Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê şer bikin.”

Ebdulrehman diyar kir ku Tirkiyê 150 zarok ji Sûriyê kirine leşker û şandine Lîbyayê.  

Ebdulerheman bûyerek ku bi zarokek 15 salî re derbas bûye piştî ku ji  kampa penaberan derketiye û çûye Efrînê ji bo ku di çandiniyê de kar bike, belge kir.

Ebdulrehman got: "Zarok heya 20 rojan bi malbatê re diaxivî. Piştî ku agahî ji zarok qut dibe, malbat dema zarokê xwe di dîmenekê de ku li rex komên çeteyên Sûriyê li Lîbyayê şer dike dibine, matmayî dimînin. Piştî ku malbat dipirse, diyar dibe ku zarok di nav refên koma Sultan Murad de hatiye leşkerkirin."

Ebdulrehman wiha domand: "Lê serçeteyan di destpêkê de dema malbat çûn navenda wan înkar kirin. Heta niha tu agahî girêdayî çaranûsa zarok tune ye."

Ebdulrehman domand û destnîşan kir  ku malbatê gelek caran diçe navendê da ku agahiyekê li ser zarokê xwe nas bikin. Piştre çeteyan ji bo ku ji israra malbatê xilas bibin ji wan re dibêjin ku zarok di şerên Lîbyayê de hatiye kuştin.

Dema malbat dewa cenazeyê zarokê xwe dike, çete dibêjin cenaze li cem Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ye.

Li gel berdewamkirina Tirkiyê veguhestina çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê re hejmara wan gihaşt zêdetirî 12 hezaran. Jê 287 çete di şerên li wir de hatin kuştin.

Li gorî protokolên lihevkirina mafên zarokan divê tevahiya dewletên ev lihevkirin mohr kirine, zarokan di şeran de nekin leşker.

Qanûna navdewletî ya mafên mirovan leşkerkirina zarokan wek `Sûcek şer` dihesbîne.

(şx)


Mijarên Din