`Tirkiyê sedema azarên gelê Sûriyê ye û niha ewlehiya wî tehdîd dike`

Pêkhateyên bajarê Qamişlo tekez kirin ku Tirkiyê sedema tevahiya astengiyên ku rastî gelê Sûriyê hatine. Şêniyan destnîşan kirin ku Tirkiyê ewlehiya wan tehdîd dike û ew li hember her êrîşekê bê bertek namînin.

Gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye mijara axaftina kolana bajarê Qamişlo. Tevahiya pêkhateyên bajêr gefên Tirkiyê red dikin û tekez dikin ew bi yekrêzî li hember her êrîşekê disekinin. Şênî diyar kirin ku mudexeleya Tirkiyê di aloziya Sûriyê de yek ji sedemên girêkbûna aloziyê ye.

Şêniyê bi navê  Mihemed Nûr ji bajarê Qamişlo ye destnîşan kir ku her kesê ku ji nêz ve rewşa Sûriyê dişopîne, dê bikeve ferqa rola neyînî ya dewleta Tirk a dagirker di Sûriyê de. Mihemed Nûr destnîşan kir ku ji girîngtirîn sedemên paşdeçûna rewşa Sûriyê, derketina komên tundrew mîna DAIŞ û komên din li Sûriyê ye. Ev kom bi awayekî yekser desteka xwe ji Tirkiyê girt.

Mihemed Nûr diyar kir ku tevî ku Tirkiyê destpêkê bi leşkerên xwe derbasî herêmê nebû, lê bi tevahiya derfetan hewl da derbasî herêmê bibe. Piştre bi rêya çeteyan û paşê bi rêya artêşa xwe. Mihemed Nûr wiha domand: "Tirkiyê niha bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk a pêkhateyên herêmê, hewl dide derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe."

Ji aliyê xwe ve rûspiyê êla El-Cewale û nûnerê êla El-Tay Ebdulrehman El-Reşîd destnîşan kir ku gelê herêmê rewşê dinase û xeteriya gefên Tiurkiyê baş dizane. El-Reşîd bi tunedî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir.

Di dawiyê de El-Reşîd ev tişt diyar kir: "Piştî tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve, Tirkiyê gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. DAIŞ`ê ji bo pêkanîna berjewedniyên Tirkiyê şerê gelê herêmê kir. Tirkiyê piştgiriya terorê dikir. Gelê herêmê dê bi hevgirtin û yekrêzî li hember her êrîşek Tirkiyê bisekinin û dê destkeftiyên şehîdan biparêzin."

Xidir El-Sultan ê ji êla El-Cewale got: "Em hemû yek in. Em bira ne û di navbera me de têkiliyên neteweyî hene. Me bi hev re şerê DAIŞ`ê kir û em ê şerê her dijminekî ku hewl dide dest bavêje ewlehiya me."

(şx)

ANHA


Mijarên Din