Tirkiyê, Sûriye ber bi hilweşînê ve bir

Zekî BEDRAN

Tirkiye, li Sûriyê bû sedema sereke ya çêbûna qeyran û astengkirina aştiyê û hîn jî di karê xwe de berdewam e. Pêwîste gelên Sûriyê, Tirkiyê baş nas bikin. Berbirsyarê yekemîn ê hilweşîna Sûriyê, belavbûn û êşkişandina gel dewleta Tirk e. Ger hilweşandinên ku Tirkiyê dane çêkirin, alîkariyên ku daye çeteyan û sûcên ku kirine werin eşkerekirin, wê nikaribe xwe ji darizandina sûcên ku li dijî mirovahiyê kirine, xilas bike.

Xwepêşandanên ku di Suriyê de derketin, Tirkiye yekser kete tevgerê û bi lez sînorê xwe vekir. Baregeh amade kirin, propagandaya vê kir û gel teşvîqê koçberiyê kir. Ew baregehên ku çêkirin, bûn cihên têkiliyên tarî. Di wan cihan de gelek mirov bi çek kirin û şandin nava rêxistinên DAIŞ û E-Nusra.

Ew baregehên ku bi navê AFAD û Kizilay çêkiribûn, di bin serweriya MÎT û kontrgerîlayan de bûn. Qaşo ev baregeh ji bo penaberên Sûriyê hatibûn çêkirin, lê destûr nedan ku parlamenterên CHP`ê bikevin baregehê. Ew jî nîşaneya wê ye ku ew baregehen, ne ji bo niyeta mirovahiyê hatine çêkirin.

Tirkiyê di wan baregehan de ji bo çeteyan leşker berhev kirin.  Ji cîhanê re dida nîşandan ku bi milyonan penaber girtine, ji bona wan gelek mesref kirine, gelek fedekar in û propagandaya vê dike. Ev penaberan bi kar anîn û ji Yekitiya Ewropayê bi milyon dolaran pere standin.

Bi milyonan sûriyeyî wekî kole bi kar anîn. Ne wekî ku propagandaya wê dikir, çi mesref ji wan re nekir. Berovajî ew mirov di mercên herî zehmet de wekî kole û bi erzanî dan karkirin. Fabrîqeyên Helebê rakirin birin Tirkiyê. Eserên dîrokî yên di Sûriyê de talan kirin. Êrîşî nirxên civakî yên gelê Suriyê kirin. Gelek jinên wan firotin, kargehên fihûşê bi pêş xistin.

Gelek mirov xistin rewşa parsekiyê. Bi hezaran sûriyeyî hatin kuştin. Bi milyonan mecbûr man ku ji warên xwe derkevin. Sûriye bi rastî ber bi hilweşînê ve bir. Sûriye wê çawa rabe, ew ê ev pirsgirêk çawa çareser bibe, nayê zanîn. Di rewşa heyî de ji bo çareseriyê û aştiyê jî Tirkiye asteng e.

Di Sûriyê de pevçûnê dest pê kir, rêveberên Tirkiyê bi îştaheke mezin xwe xist nava kar. Hesabên ku di demeke kin de ew ê rejîm bikeve, dikirin. Digotin em ê biçin Mizgefta Emeviyan a Şamê nimêj bikin!

Tirkan di heremên ku dagir kirine de bi lez dest bi siyaseta pişaftinê kir. Bi piştevaniya çeteyên ku bi çek kirine digire û bi pêşeroja Sûriyê dilîzin. Tirkiye komên OSO û ElNusra derdora xwe kom kirine û wekî muxalefeta Sûriyê dide nîşandan.

Muxalefeta Sûriyê pêwîst e piştevaniya yekbûna Sûriyê bike û demokrasiyê ji xwe re esas bigire. Yên ku xwe dispêrên Tirkan, ji wan muxalefet dernakeve. Yên ku di nava Tirkiyê de demokrasî kuştin û faşîzm bi pêş xistin, ma ew ê çawa li herêma Sûriyê piştevaniya demokrasiyê bikin.

Her kesî dît ku dewleta Tirk li Efrînê çi kir. Ev îspat bû ku ew bê sînor bi dijminatiya Kurdan tev digerin. Efrîn ji Kurdan paqij kirin. Dest danîn ser erd û cihên jiyanê yên wan. Hemû sûcên dijmirovahî pêk anîn.

Sûcên ku Tirkiyê kirine yên herî baş dizanin rêveberiya Rûsya û Şamê ne. Agahiyên vê yekê tev di arşîvên wan de hene. Rûsya pêwîst bû ku li dijî qirkeran sekinîba, lê bi vekirina qada hewayî piştgirî da dagirkirina Efrînê. Wan berjewendiyên xwe beriya nirxên mirovahiyê parastin.

Erdogan hevkarê sûcên ku DAIŞ û El-Nusra kirine. Erdogan ji bo parastina El-Nusra niha dixebite ku li Idlibê herêmeke ewle ji wan re ava bike.

Leşkerên Tirk û noqteyên çavdêriyê li Idlibê bi kêrî çi tên? Ew hêz ji bo kê li wê derê ne? Pêwîst e rayedarên Ruûs û Şamê bersiva van pirsan bidin. Li Sûriyê hilweşandin û sûcên ku Tirkiyê kirine, berfireh in. Em nikarin tevî di gotarekê de binivîsin. Lê belê em nehêlin ku propagandeya Tirk bandorê li gel bike. Em nehêlin ku dewleta Tirk hîn zêdetir di hilweşîna Sûriyê de rol bilîze. Çi karê Tirkiyê li Sûriyê nîn e. Tu kesî ew nexwestiye û bang lê nekiriye. Ji ber ku pir eşkere ew pergaleke dagirker û komkuj, pergaleke faşîst û nîjadperest temsîl dike.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî


Mijarên Din