Tirkiye armanc dike çeteyan ji Idlibê bibe Lîbyayê!

Tirkiye armanc dike çeteyên xwe ji parêzgeha Idlibê ya Sûriyê derxe û bişîne Lîbyayê da ku li dijî artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê şer bikin.

Çavkaniyekî li Idlibê got dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku çeteyên ji komên girêdayî wê li Idlibê, di nav de Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ji Idlibê derxe û bişîne Lîbyayê  da ku li dijî artêşa bi serkêşiya Xelîfe Hefter bide şerkirin. Her wiha çavkanî got koman heta niha ew yek erê nekiriye.

Li Lîbyayê şer di navbera artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê û komên girêdayî hikumeta El-Wîfaq a ku Terablûs  di bin kontrol wê de ye, rû dide.

Li aliyekî din jî çavkaniyan diyar kir ku şer di navbera leşkerên Rûsyayê û yên Îranê de li balafirgeheke leşkerî ya li parêzgeha Helebê ya bakurê Sûriyê de rû da. Ev yek piştî ku Îsraîlê gelek cihên Îranê yên li herêma El-Şêx Necar a li Helebê bombebaran kirin, pêk hat. Rojnameyeke Îsraîlê jî ragihand ku Îsraîlê koordînatên cihên êrîşê ji Rûsyayê wergirtine.

Hêjayî gotinê ye ku Îsraîl û DYA zextê li Rûsyayê dikin da ku serweriya Îranê li Sûriyê rawestîne. Ev yek jî gelek caran li ser zimanê rayedarên DYA’yêku dixwazin Îranê ji Sûriyê derxin, tê gotin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din