‘Tirkiye bêdengiya navnetewî bikar tîne’

Siyasetmedarên li Helebê gotin: “Dewleta Tirk bêdengiya navnetewî ji bo leşkerkirina zarokan, serxistina projeya Osmanî û berjewendiyên xwe yên mêtîngeriyê, bikar tîne.”

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya navdewletî, bi rêya istixbarat û çeteyên xwe berhemên gelê Sûriyê talan dike, beşên ji axa Sûriyê qut dike û demografiya wê diguhere. Her wiha sivîlan dikuje û gelek sûcên der mirovî pêk tîne.

Di vê dawiyê de gelek raporan îşaretpê kirin ku dewleta Tirk li herêmên di bin kontrola xwe de zarokên sûrî dike leşker û dişîne Lîbyayê da ku şer bikin û planên dagirkeriyê pêk bînin.

Li gorî rêgezên peymana Cinevê ya mafên zarokan a sala 1924`an û peymana erêkirina lihevkirina mafên zarokan ji hêla Komîteya Giştî ya NY`î ve li gorî biryara 44-25 a salê 1990`î, dewleta Tirk bi leşkerkirina zarokan sûcek şer li dijî zarokên sûrî pêk tîne.

Ji bo ronahî berdana ser vê mijarê ANHA’yê nêrîna siyasetmedarên bajarê Helebê girt. Siyasetmedaran bêdengiya navdewletî `Bê Hincet` wesifandin. Her wiha banga mudexeleya yekser kirin da ku rê li pêşiya rûdana kerasetekê were girtin.

‘TIRKIYE BÊDENGIYA NAVNETEWÎ BIKAR TÎNE’

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Emîn Elîko diyar kir ku tunebûna rola civaka navdewletî û rêxistinên mafên zarokan, bû sedem ku dewleta Tirk sûcên xwe ji destpêka aloziya Sûriyê ve berdewam bike û berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne.

Elîko wiha domand: "Zarok li herêmên dagirkirî têne kuştin û zarokên din jî tên şandina Lîbyayê. Tirkiye di bikaranîna bêdengiya civaka navdewletî de pispor e. Tirkiye bi van sûcan hewl dide armancên xwe yên parçebûna civaka Sûriyê û xewna Osmanî, pêk bîne. AKP, li Rojhilata Navîn siyasetek bi zanabûn dimeşîne. Zarokên li herêmên dagirkirî wek sotemenî ji bo şerê xwe bikar tîne.”

‘SIMSARÊN DAGIRKERIYÊ ŞERTÊN JIYANÎ YÊN ZAROKAN BI KAR TÎNIN’

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk a Helebê, Sekîne Mihemed got: "Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dermirovî li dijî xweza, mirov, sînordar neman, vê carê jî zarokan dikin leşker. Ev jî gelek xeter e û cihê metirsiyê ye.”

Sekîna destnîşan kir ku simsar û bazirganên şer ên girêdayî dewleta Tirk şertên jiyanî yên dijwar ên herêmên dagirkirî bi kat tînin, li beramberî pereyan zarokan dikin leşker û dişînin Lîbyayê.

‘PROJEYA MÊTÎNGERÎ Û XEWNA OSMANÎ’

Sekîna di berdewama gotinên xwe de got: “Çûyîna ciwanên sûrî ji Lîbyayê re xizmeta gelê Sûriyê û şoreşa wê nake. Tenê dikeve xizmeta projeya Tirkiyê ya mêtîngerî, xewna Osmanî. Erdogan bi navê Islamê dixwaze xewna Osmanî bike rastiyek. Ji bo wê berhemên binerd ên herêmê didize, beşên ji Rojhilata Navîn bi giştî qut dike. Em bang li aliyên têkildarî mafên zarokan dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku mafên zarokên Sûriyê biparêze.”

Girêdayî heman mijarê endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Demokratîk Xalîde Abdo îşaret pê kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya navdewletî zêde bûne û wiha domand: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk dest bi pêkanîna sûcan kir. Axa Sûriyê dagir kir, demografiya wê guhert, sivîl revand û qetil kir. Evqas sûc têrê nekir, vê carê jî zarokên sûrî bikar anîn û ji bo pêkanîna ajandeyên xwe kirin leşker û şandin Lîbyayê."

Xalîde leşkerkirina zarokan wek sûcek şer hesiband û got: “Tirkiye bi vê yekê qanûnên mafên zarokan binpê dike. Bi taybet zarokên sûrî yên ku di kampên Tirkiyê de yan jî herêmên di bin kontrola wê de dimînin.”

Di dawiyê de Xalîde Abdo got: "Armanca me parastina zarokan û mafên wan ji encamên şer e. Ruxmî bangawaziyan, rêxistinên navdewletî û têkildarî karûbarên zarokan bê deng in. Ev bêdengî  bê hincet e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din