‘Tirkiye bi darizandina parêzerên Efrînê, zagonên navdewletî binpê dike’

Parêzer Îbarhîm Şêxo anî ziman ku, Tirkiye bi darizandina parêzerên Sûriyê (yên li Efrînê girtin) îsbat kir ku dewleteke dagirker e. Şêxo got: “Tirkiye zagonên mafê mirovan ên navnetewî binpê dike.”

Dewleta Tirk a dagirker di destpêka dagirkirina Efrînê de parêzer Hikmet El-Hewa û Hesen Menan ji malên wan derxistin û ew revandin. Paşê jî 3 sal cezayê girtingehê li wan birîn. Girêdayî mijarê parêzer Îbrahîm Şêxo ku li Şehba dimîne, ji ajansa me re axivî.

Şêxo anî ziman ku dozgeriya "Ewlehiyê ya dewleta Tirk" bi tewana endamên rêxistinên terorîst in 3 sal cezayê girtîgehê li parêzer Hikmet El-Hewa û Hesen Menan birîn.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku Hikmet El-Hewa û Hesen Menan endamên Sendîqeya Parêzerên Sûriyê ne û wiha domand: "Ev sendîqe fermiyeta xwe ya navdewletî girtiye û wek îdeayên Tkiriyê ti carî kiryarên terorîstî nekirine. Her du parêzer ji Efrînê ne, Efrîn beşek ji Sûriyê ye û ne girêdayî Tirkiyê ye."

Parêzer Îbrahîm Şêx di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku dewleta Tirk bi darizandina parêzerên Sûriyê li Tirkiyê îsbat kir ew dewleteke dagirker e û wiha pê de çû: "Ev nêzîkatî binpêkirina mafê mirovan û zagonên navdewletî ye. Ne mafê Tirkiyê ye ku parêzerên Sûriyê ceza bike, ji ber ku karê parêzgeriyê kareke qanûnî ye ne li dijî belge û zagonên navdewletî ye. Li gorî peymana navdewletî ya Cinêvê ya sala 1949‘an darizandina kesayetan li welatên din ne zagonî ye."

Parêzer Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de girtina her du parêzeran û cezakirina wan li Tirkiyê şermezar kir wiha got: “Ev yek binpêkirina exlaq û zagonên navdewletî ye. Em bang dikin ku parêzer werin serbestberdan û dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê bi dawî bibe.”

ANHA


Mijarên Din