​​​​​​​‘Tirkiye bi rêbazên cuda şerê gelê Sûriyê dike’

Serokê Yekîtiya Parêzerên Reqayê Meşleb Tirkan got: “Dewleta Tirk bi rêbazên cuda şerê gelê Sûriyê dike, yek ji wan jî qutkirina avê li ser Sûriyê ye. Tirkiye alaveke herêmiye ku dewletên mezin wî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bikar tînin.”

Dewleta Tir ka dagirker, bi taybet di mehên havînê de ava Çemê Firatê qut kir. Ev yek metirsiyê li ser jiyana gelê Sûriyê çêdike. Her wiha dewleta Tirk bi rêbazên cuda yên wek, êrişên hewayî, bejahî, şewitandina zeviyên herêmê û leşkerkirina zarokên herêmê şerê gelê Sûriyê dike. Dewletên navnetewî jî li hemberî hemû binpêkirinên dewleta Tirk bêdenbin û dê ev yek bi xwe re karesateke mezin çêbike.

Têkildarî mijarê, serokê Yekîtiya Parêzeran ê Reqayê Meşleb Tirkan axivî.

Tirkan di destpêka axaftina xwe de got: “Tirkiye li gel bêdengiya navnetewî qanûnên navnetewî binpê dike. Dewleta Tirk di destpêka aloziya Sûriyê de idîa kir ku li gel berjewendiya gelê Sûriyê ye. Lê belê rojên çûyî idîayên Tirkiyê derewand. Berovajî wê dewleta Tirk a dagirker tu rêbaz nehişt ku pê şerê gelê Sûriyê nekir. Îro jî sûcê tirkirina gel û xaka Sûriyê dike.”

Tirkan, binpêkirin û kiryarên dewleta Osmanî bi bîr xist û wiha pêde çû: “Dîrok bû şahide sûcên dewleta Osmanî yên li dijî gelên herêmê. Îro jî Tirkiye hewl dide vê bi rêya afirandina alozî, leşkerkirina çeteyan û bikaranîna wan di şerê Tirkiyê li herêmê de, vejîne."

Meşleb Tirkan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker alaveke herêmiye ku dewletên mezin wî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bikar tîne. Tirkan axaftinên xwe wiha domand: “Her wiha bêdengiya navneteweyî tevahî qanûnên ku diviyabû Tirkiyê di lêpirsînê re derbas bikin, cemidandin.”

Tirkan got: “Dorpêçkirina aborî ya li ser gelê Sûriyê û qutkirina ava çemê Firatê bihev ve girêdayî ne. Ji ber pirbûna bendavên ku Tirkiyê ava kirine û golên avê li Tirkiyê bi xwe karesatên xwezayî û erdhejan çêdike.  Lê Tirkiye vê paşguh dike û ne di xema wê de ye. Tenê dixwaze bigehe armancên xwe yên li Sûriyê.”

Serokê Yekîtiya Parêzeran ê Reqayê bang li NY’yê û û hikumeta Sûriyê kir ku li hember qedexekirina karesatên mirovî yên bi sedema qutkirina avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsiyarên qanûnî û exlaqî hilgirin.

Tirkiyê – Sûriyê di 1987’an de peymaneke demkî bi naveroka dabeşkirina ava çemê Firatê heta bi 5 salan îmze kir. Her wiha aliyê Tirkiyê jî soz da ku dê rêjeya zêdetirî 500m3 di çirkeyê de berdin.  Sûriyê di 1994’an peymanek din  bi Tirkiyê re îmze kir û li gel NY’yê tomar kir. Di wê peymanê de garaniya mafên Sûriyê di ava çemê Firatê de bigire ber çav.

(fr)

ANHA


Mijarên Din