Tirkiye û çeteyên wê êrişî nasnameya çandî ya gelên herêmê dikin, divê UNESCO bi lez bilive

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser bang li UNESCO`yê kir ku ji bo parastina şûnwarên dîrokî yên herêmê ji talankirin û xirabkirinê bi lez bilive. Desteyê metirsiyên xwe ji dubarkirina sînaryoya Efrînê li herêmên ku ji girîngtirîn herêmên dîrokî li Sûriyê tên hesibandin rave kirin.

Daxuyaniyên heseroka Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser Ayşe El-Receb di hevdîtinekê de li gel ajansa me hatin girêdayêî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî cihên dîrokî yên li herêmên ku Tirkiyê piştî êrişên xwe ji 9`ê Cotmehê ve dagir kirine.

Ayşe got: "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê êrişî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewle dike, lê belê êrişî nasnameya herêmên ku li Serêkaniyê û Girê Spî yên ku dagir kirine dike."

Ayşe wiha domand: "Em dûr nabînin ku çeteyên Tirkiyê parçeyên dîrokî yên li wir talan bikin û di nav Tirkiyê de bifroşin. Mîna ku berê li herêmên dîrokî yên li kantona Efrînê kirine."

Ayşe destnîşan kir ku di herêma ku dewleta Tirk a dagirker dagir kiriye de 40 cihên dîrokî bi wêrankirin û talankirina çeteyên girêdayî wê re rû bi rû mane, hene.

Li gorî agahiyan, çeteyên girêdayî Tirkiyê hinek cihên dîrokî veguherandine bargehên leşkerî û bi bendên axî asê kirine. Ev jî guhertina xuyanga rastîn a wan cihan tehdîd dike. Ew jî wek zêdegaveyek der heqê mîrasa şaristanî ya Sûriyê tê hesibandin.

Ayşe di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi talankirin û xirabkirina herêmên dîrokî çewisandina nasnameya şaristanî ya herêmê armanc dike.

Ayşe balkişand ser ku cihên dîrokî yên li wan herêmê ji girîngtirîn cihên dîrokî li Sûriyê tê hesibandin.

Di dawiyê de Ayşe El-Receb bang li aliyên têkildar bi taybet UNESCO kir ku bi lez bilivin, ji bo ku wan cihan ji talankirin û xirabkirinê ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve biparêzin. Ji ber ku mîrasek şaristanî ji tevahiya gelan re ne tenê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê hesibandin.

Herêma Serêkaniyê û Girê Spî yên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, li gorî Desteya Çandê 40 cihên dîrokî tê de hene di nav de, Til Helef, Til El-Fexriye, El-Sabî Ebyed, Hemam Turkman, bajarê El-Far, Til Xirwêre û Xirab Seyar. Li van cihan hemûyan şandeyên dîrokî biyanî û herêmî de vekolîn kirine.

(şx)

ANHA

 

 


Mijarên Din