Tirkiye û çeteyên xwe bajarokê El-Nêreb topbaran dikin

Hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi moşekan bi dijwarî nuqteyên hêzên rejîmê li bajarokê El-Nêreb ê gundewarên Idlibê topbaran dikin. Di heman demê de behsa operasyoneke bejahî ya nû li herêmê tê kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî nuqteyên rejîmê yên li bajarokê El-Nêreb ê gundewarên Idlibê bi moşekan topbaran dikin.

Hemwextî topbaranê, hêzên Tirkiyê û komên çete li tixûbên Qimênas û Sermîn hêza xwe xurt dikin. Her wiha çav li destpêkirina operasyoneke bejahî ya nû li bajarokê El-Nêreb e. Beriya çend rojan jî operasyoneke bi vê rengî dest pê kiribû ku di encamê de bi awayekî demkî bajarok hatibû bidestxistin, beriya ku hêzên rejîmê careke din bajarok vegerînin.

Di heman derbarê de, balafirên şer ên rejîmê herêmê derdora Qimênas, Til Misêbîn û derdora Erîha bombebaran kirin. Balafirên Rûsyayê jî careke din herêmên Şehirnaz û Horte yên çiyayê Şehşebo bombebaran kirin.

Ev pêşketin piştî têkçûna hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên cara sêyemîn der barê rewşa Idlibê de, pêk hatin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefên xwe ji bo hêzên rejîmê nû kiribûn. Li ser wê yekê jî Kremlînê da zanîn ku êrişa li dijî rejîmê senaryoyeke xirab e.

 (cx)


Mijarên Din