‘Tirkiye DAIŞ`iyên ji Sûriye û Iraqê dişîne Lîbyayê’

Efserekî Lîbyayê ragihand ku Tirkiyê hejmareke mezin ji terorîstan, di nav de çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriye û Iraqê, bi rêya keştiya Amazon bi rê kirin Lîbyayê.

Efser Ebû Bekrî El-Bedrî ku yek ji efserên operasyonên deryayî yên Lîbyayê yê girêdayî Artêşa Wetenî ye, ragihand ku keştiya Tirkiyê ya bi navê Amazon ku beriya niha bi çend rojan gihîşt bendera paytext Terablûsê, hejmareke mezin ji terorîstan, di nav de çeteyên DAIŞ`ê jî, bi xwe re anîn.

Axaftina El-Bedrî ku Odeya Operasyonên Keramê ya Herêma Rojava belav kiribû û malpera Bewabet Afrîka ya nûçeyan belav kiribû, wiha ye: “Panzerên ku gihîştin komên çekdar ên girêdayî hikumeta El-Wîfaq, ew wek berdeyekê ji bo veşartina barê sereke, ew jî hejmarek mezin ji endamên rêxistinên terorîst ên ku Tirkiyê ji Sûriye û Iraqê bi rê kirin Lîbyayê pêk tê.”

El-Bedrî her wiha got Tirkiyê çek û cebilxane jî wek destek dane koma Îxwan Muslimîn û komên din ên çekdar ên li Terablûsê.

Keştiya Tirkiyê ya Amazon ji bendera (keştîgeh) Samsun a Tirkiyê ku tê de terorîst, erebeyên leşkerî, çek û cebilxane hebûn, beriya çend rojan gihîştibû paytexta Lîbyayê Terablûsê.

(kc)


Mijarên Din