‘Tirkiye di bidawîkirina greva çalakgeran de têk çû’

Malbatên şehîdan ên Qamişlo diyar kir ku tevî hevdîtinên bi parêzeran re tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e û got siyaseta Tirkiyê ya bidawîkirina grevên çalakgeran bi bin ket.

Dewleta Tirk ji zêdetirî 2 salan ve tecrîdeke girankirî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Ji bo bidawîkirina tecrîdê bi sedan Kurd li Kurdistan, Ewropa û dostên gelê Kurd ji mehan ve di greva birçîbûnê de ne.

Dewleta Tirk bi lîstokan hewl dide çalakiya têkoşer Leyla Guven û çalakgerên din ên di zindanên Tirkiyê de bi dawî bike. Tirkiye beriya demekê destûr da ku birayê Ocalan wî bibîne û di 2`yê Gulanê de hevdîtina parêzeran qebûl kir. Malbatên şehîdan ên kantona Qamişlo dibînin ku ev her du hevdîtin nayên wateya bidawîbûna tecrîdê.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya El-Şerqiye ya Qamişlo Necah Silêman diyar kir ku ruxmî pêkhatina hevdîtinan di navbera Ocalan û parêzerên wî de û dayîna daxuyaniyê girêdayê wê hevdîtinê, lê ew nayê wateya ku tecrîd bi dawî bû. Necah wiha domand: "Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Hecî Seîd destnîşan kir ku berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bi girankirina tecrîdê re berdewam e, ev jî çalakgerên di zindanên Tirkiyê de bi rêya daxuyaniyekê da xuyakirin, dema bihîstin ku hevdîtin pêk hatiye.

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de û di greva birçîbûnê de ne daxuyaniyek da raya giştî û tê de wiha got: "Ev hevdîtina kin bi parêzeran re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Ji ber ku hevdîtin di nav şertên tecrîda girankirî de pêk hat, ev jî nayê qebûlkirin."

Girtiyan gotibû ew dê çalakiya xwe heya bidawîkirina tecrîdê berdewam bikin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îsmaîl Ferho destnîşan kir ku Tirkiyê armanc kir ku bi vê hevdîtinê ji çalakgeran re nîşan bide ku tecrîd bi dawî bûye da ku çalakiyên xwe bi dawî bikin û wiha got: "Siyasetên Tirkiyê careke din bi bin ketin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din