Tirkiye di lêgerîna li Deryaya Spî de bi israr e

Tirkiye der barê lêgerîna li gaza xwezayî li Deryaya Spî de bi israr e, her wiha destnîşan kir ku biryarên Yekitiya Ewropayê yên li dijî vê lêgerînê, dê bandorê Ii xebata wan a li Qibrisê neke.

Îro Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek da tê de hate gotin ku biryarên ku duh di civîna Meclisa Têkiliyên Derve ya Yekitiya Ewropayê de hatine dayîn, dê bandorê li israra lêgerîna li madeyên hydrocarbon a li Deryaya Spî neke. 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Balnekişandina van biryaran li ser Qibrisa tirkî ku di madeyên xwezayî yên li girava Qibrisê de xwedî mafên hevseng e, her wiha dan û standina bi wan re wekî ku tune bin, nîşana yekalîbûna Yekitiya Ewropayê ye. Ev biryar ji bo awayê bikaranîna dualî ya Yewnanistan û Romayê ya ji bo endamtiya di Yekitiya Ewropayê de, nûtirîn mînak e, her wiha ji bo rola dewletên Yekitiya Ewropayê di vê yekê de jî mînak e."

Duh Yekitiya Ewropayê têkildarî bersiva lêgerîna ku Tirkiye li Deryaya Spî pê radibe, çend biryar dabûn.

(eh)


Mijarên Din