‘Tirkiye di lûtkeya sêalî de aliyê lewaz e’

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê şaxê Helebê Welat Al got: “Lûtkeya sêalî ya li Enqereyê nûnertiya berdewama girêbestên di navbera aliyan de dike. Tirkiyê gelek belgeyên xwe li Sûriyê winda kirin û di lûtkeyê de aliyê lawaz e.”

Îro li paytexat Tirkiyê, Enqereyê lûtkeya sêalî di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de li dar dikeve. Rewşa Idlibê wê dosyaya serke be. Her wiha dê nîqaş li ser rewşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bên kirin.

 Di dirêjahiya salên borî de van hersê dewletan gelek girêbest li dar xistin. Wê jî pirsgirêka Sûriyê aloztir kir, bi taybet piştî vekirina deriyê yekser a dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re. Wê dagirkirinê jî, xeteriyên parçekirina welat ku ji bihara sala 2011’an ve dikişînin, zêde kirin.

Derbarê lûtkeyê de Al wiha got: "Nîqaşên vê civînê jî wê mîna civînên berê yên bê encam derketine, bin. Ji ber pirsgirêka Idlibê êdî bû pirsgirêka navdewletî. Ew hersê dewlet aliyên mirovî nakin nîqaşê. Wê nîqaş tenê wê li ser belavkirina deverên ku lê serwer, bin. Da ku berjewendiyên xwe yên li herêmê berfireh bikin.”

Al derbarê şansên serkeftina lûtkeyê de wiha axivî: "Bi nêrîna me ev civîn ti pêşketineke nû derheqê qada siyasî de bi xwe re pêş naxe. Lê berovajî dê bibe temamkirina girêbestên di navbera wan de."

Al diyar kir ku Tirkiye di lûtkeyê de aliyê lewaz e û wiha got: “Tê dîtin ku aliyê siyasî de ku herî zirar dîtiye, Tirkiye ye. Tenê belgeya şantajkirinê di dest de maye. Ew jî dosyeya penaberan û komên çete yên ku bi fermanên dewleta Tirkiyê dixebitin, in."

Welat Al gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em acizbûna Tirkiyê ya derbarê pêkanîna hin bergiriyên xwe yên li ser komên çete yên di bin serweriya wê de, dibînin. Jê jî pirsgirêka parçekirina Cebheta El-Nusra ya terorîst an jî Heyat Tehrîr El-Şam e. Di vê derbarê de Tirkiyê tevnegeriya ye. Helwesta Tirk di hemû aliyan de, bi taybet lihevkirinan de, dê bibe li pêşiya wê bibe pirsgirêk."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din